
ROJEVA 21'Ê GULANA 2025'AN
- 09:00 21 Gulan 2025
- Rojev
* Sakine Cansiz, diyard dike ku destpêkirina têkoşîna azadiyê, damezrandina PKK'ê û derketina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan pir girîng bû û got: "Ev derketin û pêngaveke weha bû ku ew tevahî bêdengiya dîrokî, tarîtiya dîrokî û bê rêxistinbûna heyî parçe kir. Di hemû aliyan de bandoreke mezin çêkir. Di rastiyê de kesek jî ne li benda gaveke weha bû. Di serî de jin, li ser hemû civakê bandoreke mezin çêkir. DOSYA
*Mergen Ariturk da zanîn ku desthilatdarî hawira tundî û qetilkirinan ava dike û got: “Her ku dengê jinan bilind dibe, zexta desthilatdarî û serdestiya mêr jî zêde dibe. Em ê li dijî qetilkirin û tundiyan têkoşîna xwe bilind bikin.” DÎMEN HEYE
*Parlamentera DEM Partiyê Burcugul Çubuk da zanîn ku baweriya gel a bi pêvajoyê wê bi avakirina komîsyona heqîqetê ya vekirî pêk bê û got divê nêzîkatiya dewletê a li hember DEM Partî û pirsgirêkê biguhere. DÎMEN HEYE
*Endama Kordînasyona Kongra Star a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Bêrîvan Xalid da zanîn ku hikûmeta Şamê di qanûnan de cih nade jinan û got: “Ev qanûn jinên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û saziyên jinan temsîl nake. Heta mafê jinan di van qanûnan de tunebin ev qanûn me temsîl nakin.”
DÎMEN HEYE
*Der barê komkujiya ku bi talîmata Saddam Huseyîn li Helebçeyê hat kirin de, muzaya Komkujiya Halepçeyê hat avakirin. Ev ne tenê wek cihekî bibîranînê; hişê civakê bixwe ye, qêrînek zindî ye. DÎMEN HEYE
*Dondu Kurşunoglu got ku divê desthilatdarî di çarçoveya sala malbatê de gavan bavê jî ji bo jinan bûye sala berxwedanê û got: “Li welat xizanî, tundî heye. Jin jiyanek mirovane dixwazin. Ne sala malbatê, sala bexwedana jinê.” DÎMEN HEYE