Li Êlihê mirina biguman a zarokekî

  • 14:01 8 Hezîran 2025
  • Rojane
 
ÊLIH –Li Êlihê zarokê yek salî ji katê sêyemîn yê avahiyê de biguman ket û jiyana xwe ji dest da.
 
Li Êlihê duh saetên êvarê de zarokê yek salî Y.E.G bi guman ji şaneşîna katê sêyemîn a avahiyê de ket û jiyana xwe ji dest da. Piştî ku malbatê agahî da ekîbên tenduristî û polîsan hatin cihe bûyerê.
 
Ekîbên hatin cihê bûyerê diyar kirin ku zarok jiyana xwe ji dest daye û cenaze rakirin morga Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînê ya Êlihê.
 
Der barê bûyerê de lêpirsîn hat destpêkirin.