Li Cizirê jin li dijî qetilkirinan meşiyan

  • 21:54 1 Tîrmeh 2025
  • Rojane
ŞIRNEX - Li  Cizîrê jin li dijî qetilkirinên Jinan meşiyan û banga mezinkirina têkoşînê kirin.
 
Li Cizir a Şirnexê Tevgera Jinên Azad (TJA), Partiya Herêmên Demokratîk  (DBP), Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Parti), Dayikên Aştiyê, Baroya Şirnexê û rêxistinên civaka sivîl û gelek kes li dijî qetilkirinên jinan meşiyan. Girse jî kolana hunerê heta ne Medreseya Sor meşiyan. Pankarta 'qetilkirina jinan polîtikin' hat cêkirin.Bê navber diruşmeya 'jin jiyan azadî' hat berzkirin.
 
Li ber Medreseya Sor daxuyanî hat dayîn.
 
Endama TJA'yê Nafya Geçgel axivî û diyar kir ku divê li li dijî qetilkirinên jinan têkoşîn bê mezinkirin. Nafya Geçgel diyar kir ku jin  li her derê bi tundiyê re tên rû hev û encama polîtîkayê desthilatdariyê de jin tên qetilkirin û got:"Ji bo jin neyên qetilkirin ji bı gumanbar bê darizandin em li virin û em ê têkoşîna xwe bidomînin."
 
Daxuyanî bi diruşmeyan bidawî bû.