
Civînên gel dewam dikin
- 22:13 4 Tîrmeh 2025
- Rojane
RIHA - Li Rihayê civînên gel bênavber didome. Malbata Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan jî tev li civîna Xelfetiyê bû.
Ji bo peyama Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan baş were fêmkirin, bi pêşengiya Tevgera Jinên Azad (TJA), Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) û Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) li seranserê bakurê Kurdistanê civînên gel tên lidarxistin.
Li Rihayê gelek cihan civînên gel bi girseyî hatin lidarxistin. DEM Partî, TJA û DBPê îro li gundê Goklûya Xelfetiyê, gundên Tibil û Duyduka yên Bêrecûkê û gunde Bubîka Pirsûsê civînên gel hatin lidarxistin. Birayê Abdullah Ocalan Mehmet Ocalan û xwarziyê Abdullah Ocalan Alî Ocalan tev li civîna gel a Xelfetiyê bûn