
ROJEVA 07'Ê TÎRMEHA 2025'AN
- 09:00 7 Tîrmeh 2025
- Rojev
* Endama MKG’ê Arjîn Dîlek Oncel der barê pêşbirka Xelatên Rojnamegeriyê ya Gurbetellî Ersoz ya yekemîn de axivî û got: “Em kelecanî ne. Hevalên berhemên xwe dişînin jî keleanî ne. Em dixwazin bêyî teredut berhemên xwe bişînin.” DÎMEN HEYE
*Jinan diyar kir ku ji bo aştî pêk bê divê dewlet gavê bavêje û gotin pêvajoya aştiyê de em dixwazin malbatên Tirk re dest bidin hev. Jinan gotin: “Bila malbatên Tirk destê me bigirin. Wek wan zarokên me jî şehîd ketin. Me jî gav avêt bila ew jî bavêjin.”DÎMEN HEYE
*Dewlet her sal pisgirêka Kurd wek ‘tehîda ewlehiyê’ dibîne û ji 1999’an şûnde gavên ku PKK’ê avêt li gorî berjewendiyên xwe bikar anîn. Pêvajoya muzakereyê ya nû destpêkiriye jî, desthilatdarî tenê wek mijara ‘berdana çekan’ dibîne û ev jî qels dimîne.