ROJEVA 6'Ê ADARA 2026'AN

  • 09:00 6 Adar 2026
  • Rojev
 
* Rojnamegerên girtî di 8’ê Adarê de ji girtîgehê bang kirin: “Girtina rojnamegeran ne tesaduf e. Em hene em ê hebin.” 
 
* Aktîvîsta KHRN’ê Fatma Kerîmî êrîşên DYA û Israîlê yên li ser Îranê nirxand û got: “Berxwedana ‘Jin jiyan azadî’ ya li Rojhilatê Kurdistanê destpêkiriye ji 2022’yan heta niha didome. Gelek saziyên Kurd û tevgerên Kurd hedef hatin girtin. Li Îranê yên ku Tevgera Azadiya Kurd û PJAK’ê nas nakin tuneye. Em bi saya wan xurtin.”
 
*Yek ji fermandarên YPJ'ê Vîyan Adar dîyar kir ku dibe rêbazê têkoşîna wan bê guhertin lê ew ê di nava wê pergala ku niha li Sûriyeyê tê avakirin de wekî YPJ'e hebin û parastina civak, nasname û hebûna xwe bikin. DÎMEN HEYE 
 
* Dayikên Aştiyê yên Semsûrê bi wesîleya 8’ê Adarê ji jinên girtî re silav şandin û daxwaza aştî û azadiyê jî kirin. Dayikên Aştiyê wiha gotin: Em ê têkoşîna 'Jin jiyan azadî" bidomînin. Em ji jinên girtî, jinên li serê çiyan û hemû jinan re serkeftinê dixwazin.” DÎMEN HEYE
 
* Jinan diyar kirin ku 8’ê Adarê îsal bi “Banga ji bo Aştî û Civaka Demokratîk” hîn bêtir wate girtiye û bal kişandin ser rola jinan a di yekîtî û rêbertiyê de û bang li hemû jinan kirin ku derkevin kolanan. DÎMEN HEYE 
 
*Derlet holê ku xwediyê şîrketa ZENKAR-1’ê Muzaffer Aslanhan ê dixwaze GES’ê  i gundê Arzoxlî çêbike, di rêveberiya AKP’ê ya Amedê de cih digire. Her wiha hat îdiakirin ku di navbera Muzaffer Aslanhan û Waliyê Amedê Murat Zorluoglu de têkiliyeke nêz jî heye.
 
*Van xeyalan bedelên mezin bi wan dan dayîn. Ji bo civaka Kurd bedelek giran bû. Ji ber pergalên cîhanê her bindest di bin dorpêçek giran de digirtin. Ji ber vê jî fedakarî pêwist bûn. Lê ev bedel nehatibana dayîn ji tunebûnê derketin ne pêkan bû. Ger azadî evqas hêsan bihata bidestxistin wê mirovan 5 hezar sal in şer nekiribana. JINEOLOJÎ