Çeteleya şîdetê ya meha Îlonê: 27 jin hatin kuştin

  • 09:05 5 Cotmeh 2026
  • Çeteleya Tundîyê
Yeşim Oruç
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Li gorî çeteleya şîdetê ya meha Îlonê, herî kêm 27 jin û 6 zarok hatine kuştin û 10 jin û 6 zarok di bin şert û mercên gumanbar de mirine.
 
Di meha Îlonê de, tevî biryarên dûrxistinê jî, şîdeta mêran a li dijî mafê jiyanê yê jinan berdewam kir. Jinên ku hevberdan xwestin ji aliyê mêran ve tundî li wan hatin kirin. Di hin êrîşan de, zarok û xizmên wan jî ligel jinan bûn hedef. Li gorî çeteleya meha Îlonê ya JINNEWS'ê ku ji raporên nûçeyan hatine berhevkirin, herî kêm 27 jin û 6 zarok hatine kuştin, her wiha 10 jin û 6 zarok di şert û mercên gumanbar de mirine.
 
Kuştina Narin Suer û Ayşegul Coşkun a ji aliyê mêrên ku tevî biryara dûrxistinê jî, nîşan da ku ev biryar bi awayekî ku jiyana jinan biparêze nayên bicîhanîn. Di mirinên gumanbar de, ketina ji bilindahiyê, dîtina mirî li malê an li kar û derxistina cenazeyan a ji avê sedemên sereke bûn.
 
Li gor bajaran jinên hatine qetilkirin
 
Li Manîsayê 3, li Amedê 2, li Antalyayê 2, li Sakaryayê 2, li Edeneyê 1, li Enqereyê 1, li Çorumê 1, li Denizliyê 1, li Dîlokê 1, li Êlihê 1, li Hatayê 1, li Ispartayê 1, li Stenbolê 1, li Kocaeliyê 1, li Konyayê 1, li Kutahyayê 1, li Mereşê 1, li Mêrsînê 1, li Muglayê 1, li Osmaniyeyê 1, li Tekîrdagê 1 û li Xarpêtê 1.