Azadiya Welat bi manşeta ‘MGK li benda çiye? Hêvî gel bi xwe ye’ derket

  • 09:19 5 Cotmeh 2026
  • Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Rojnameya Azadiya Welat vê hefteyê bal kişand ser encama civîna MGKê û hêza civakê ya di çareseriyê de.
 
Hejmara 39'emîn a Rojnameya Azadiya Welat bi manşeta “MGK li benda çiye? Hêvî gel bi xwe ye” derket pêşberî xwînerên xwe. Rojnameyê vê hefteyê bal kişand ser encama civîna MGK'ê ku tu heviya çareseriyê nedaye. Rojnameyê di manşetê de destnîşan kir ku di çareseriyê de hevî hêza gel bi xwe ye û xwest ku gel zêdetir bawerî û hêviya xwe bi hêza xwe bîne.
 
Rojnameyê di rûpela Kirmanckî de jî bal kişand ser 27'emîn salvegera komploya navneteweyî û cih da gotara Lêl Amed a bi sernavê ‘Komplo ra ver bi hêvîya çareseriye”. Rojnameyê dîsa bi minasabeta salvegera kuştina Rojnameger Nagihan Akarsel û Gurbetelî Ersozê, nûçe û gotarên li ser Nagîhan Akarsel û Gurbetteliyê hatine nivîsandin derxist pêş.
 
Rojnameyê her wiha di rûpela manşetê de cih da gotarên Şadiye Manap a bi sernavê “Giyana kurdên azad ava bûye”, gotara Jiyan Adar a bi sernavê “Cudahiya di navbera çîrok û romanê de” gotara Mûhîttîn Altin a bi sernavê “Statu”,  gotara Felemez Ulug a bi sernavê “Bexda di bin tesîra şerê herêmê de ye”, gotara Kurdistan Lezgiyeva ya bi ser navê “Sînorê zimanekî ferhenga wî zimanî ye” û her wiha gotara Fîgen Keleş a bi sernavê “Li ser vê axê çandekê ava dikin”.