Fîgen Yuksekdag: Hevkariya jinan dikare gelan bigihîne hev

  • 11:51 1 Mijdar 2026
  • Rojane
ENQERE – Hevseroka Giştî ya HDP ya berê Fîgen Yuksekdag ji Girtîgeha Kandirayê ji bo konferansa jinan a bi navê “Em bi hev re qala pêşerojê dikin” tê lidarxistin peyam şand û got: “Hevkariya jinan dikare bibe pireke ku hemû dînamîkên civakî û siyasî bigihîne hev û bike yek.”
 
Hevseroka Giştî ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a berê Fîgen Yuksekdag a zêdetirî 11 sal in di Girtîgeha Kandirayê de tê ragirtin ji konferansa jinan a “Em bi hev re li ser pêşerojê diaxivin” re peyamek şand.
 
Fîgen Yuksekdag di peyama xwe de bal kişan ser girîngiya hevgirina jinan û peyama xwe de ev tişt gotin: “Jinên hêja, ez mil bi mil rawestina we, înîsiyatîfa we ya honandina hêz û peyva pêşerojê, silav dikim.
 
Avakirina jiyaneke ku ji bo jinan û hemû civakê aştî, azadî, edalet û mafên demokratîk lê esas bin, îro ji her rojê girîngtir e. Di erdnîgariyeke siyasî de ku çar aliyê me bi şer, pêla tundiyê û atmosfera siyasî ya navxweyî ya Tirkiyeyê jî fersenda bêhnhildanê nade jinan û gelên me.
 
Tevgera jinê di bin van şert û mercên giran de xwediyê wê hêz, feraset û tecrûbeyê ye ku hemû bindest û mezlûman ji bo têkoşîna aştî û civaka demokratîk rake ser pêyan. Hevkariya jinan dikare bibe pireke ku hemû dînamîkên civakî û siyasî jî bike yek û bigihîne hev. Li hember nîzama zilm, newekhevî û bêedaletiya civakî ku ji tundiya serdestiya mêr û zextên zayenda civakî serwer dibe; hiş, vîn, piştevanî û têkoşîna jinê dikare gelek tiştan biguherîne.
 
Bi vê hêvî û baweriyê, ez hemû jinên ku keda wan di vê konferansê de heye bi hezkirin û rêzdarî silav dikim û serkeftinê ji wan re dixwazim.”