Li Gabarê heybeta rengên payîzê
- 09:02 8 Mijdar 2026
- Galeriya Jinê
ŞIRNEX - Bi hatina payîzê re xweza jî rengan diguhere. Rengên payîzê kontarên Gabarê pêçaye, dîmenên ku hemû zindîbûna xwezayê nîşan dide, pêşkeş dike.
Rengên xwezayê ku her demsal ji nû ve teşe dibe, bi hatina payîzê re, li Çiyayê Gabarê xwe nîşan dide. Rengên darazan ji kesk vediguherin zer, ji zer vedigerin sor û her wekê din. Ev veguherîna demsalê xwezayê nîşan dide. Rengên payîzê kontarên Gabarê pêçaye, dîmenên ku hemû zindîbûna xwezayê nîşan dide, pêşkeş dike.
Gabar ku xwedî bedewbûna ku her demsala wê cuda cuda xweşe, di payîzê de jî me ji vê bedewbûnê bêpar nahêle. Li Gabarê dar bi rengên cuda cuda dixemile. Kesk, sor, zer û hemû rengên din tevli hev dibin û heybeta xwe nîşan dide. Li Gabarê payîz, di bêdengiya xwezayê de çîrokek xweser vedibêje.
Wêne: Neslîhan Kardaş







