Koma Hevra bi albuma xwe ya ewil derdikeve pêşberî hezkiriyên xwe

  • 09:03 8 Mijdar 2026
  • Rojane
 
STENBOL - Koma Hevra ku 7 sale xebatên muzîkê dimeşîne di 27’ê Mijdarê de albuma xwe ya bi navê "Şehîdên Jiyanê" derdixe. Solîsta komê Zeynep Dogan pêvajoya albumê nirxand û got bi vê albûmê dixwazin bîra civakî ava bikin.
 
Koma Hevra di 4’ê Nîsana 2019’an de hat avakirin û heta niha gelek xebatên girîng meşand. Koma Hevra albuma ewil a bi navê "Şehîdên Jiyanê" amade kir û wê derxe pêşberî hezkiriyê xwe. Album ji 8 stranan pêk tê, gotin û muzîk aydê komê ye û wê 27’ê Mijdarê de bê weşandin.
 
Solîsta Koma Hevra Zeynep Dogan der barê albumê, amadekariya wê de ji JINNEWS’ê re axivî.
 
Zeynep Dogan zanîn ku 7 sal in xebatên xwe dimeşînin û biryara derxistina albumekê dane û got: “Her tim pirsên wekê ‘çima albuma we tuneye’ dihatin pirsîn. Me jî got çima nebe û me dest pê kir. Albuma me ya ewil e û gelek watedar e. Ji ber şehadetên pêvajoya dawî me navê albuma xwe kir ‘Şehîdên jiyanê’. Ji ber nirxên vê têkoşînê şehîdin.”
 
Berpirsyariya manewî
 
Zeynep Dogan daxuyakirin ku ev nêzî salekê ye bi baldarî dixebitin û ev tişt anî ziman: “Me di pêvajoya amadekariyê de berpirsyariya manewî hîs kir. Me got gelo em ê hêjayî şehîdan bin. Em bi fikar bûn. Dema me stran digotin me digot em vê hestê bê kêmasî bidin hîskirin. Em hemû hevalên komê  bi hev re xebitîn. Em niha di komê de sê kes in: Baran Evel, Yusuf Evel û ez. Em di muzîka xwe de bîra çandî, hest û mijarên civakî tînin gel hev.”
 
‘Dibêjin hûn rihê salên 1990’î nîşan didin’
 
Zeynep Dogan di berdewamiyê de wiha vegot: “Em  niha sê kes in. Ez, Baran û Yusuf. Du solistên me hene. Hevalê Baran li sahneyê bi me re li erbaneyê dide. Em gotin û muzîkê bi hev re amade dikin. Hawireke me ya xebatêya samîmî heye. Xebata bi hev re bandorek baş li ser me dike. Em bi hezkirin karê xwe dikin. Gel ji me hez dike. Guhdarvanên me dibêjin hûn rihê salên 90’î nîşan didin. Ev me kêfxweş dike.”
 
Tevî pisgirêkên aborî piştevanî
 
Zeynep Dogan balkişand ser zor û zehmetiyên di pêvajoya amadekariyê de jiyane û got: “Pirsgirêkên aborî em dan zorê. Di şertên îro de pêşiya berhemên hûnunerê tên xitimandin. Aliyê aborî yê herî zêde em dan zorê bûn. Lê me vê pêvajoyê piştevanî esas girt. Me ji hunermendên NÇM’ê piştgirî girt û me xebatek komunal meşand. Em bang li hemû hevalên xwe yên hûnermend dikin ku bibin parçeyeke hilberîna komunal.”