‘25’ê Mijdarê em ê li dijî polîtîkayên şerê taybet li kolanan bin’
- 09:04 14 Mijdar 2026
- Rojane
COLEMÊRG - Rêvebera DEM Partîyê ya Geverê Cahîde Tore da zanîn ku wê di çarçoveya 25’ê Mijdarê de li Geverê atolyeyên jin û zarokan pêk bînin. Cahîde Tore wiha got: “Polîtîkaya bêcezahiştinê ji tundiya mêr xwedî dibe. Polîtîkayên şerê taybet jinên Kurd hedef digire. Bi felsefeya Jin Jiyan Azadî em ê li her derê têkoşînê mezin bikin."
Di çarçoveya 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna li Dijî Tundiya Li Ser Jinan a Navneteweyî de, tundî, qetilkirin, windakirin, destdirêjî û polîtîkayên îstîsmarê carek din tê rojevê. Li her qadê jiyana jinan bi êrîşên li hember destkeftiyan tê dropêçkirin. Jin li dijî van polîtîkayan parastina cewherî û rêxistibûna xwe li her derê mezin dikin. Ber bi 25’ê Mijdarê ve jin xwe amade dikin ku li hemû bajaran dakevin kolanan.
Rêvebera Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) ya Geverê Cahîde Tore di çarçoveya 25’ê Mijdarê de axivî.
‘Wê atolyeyên me hebin’
Cahîde Tore da zanîn ku wê li Colemêrg û navçeyê wê di çarçoveya 25’ê Mijdarê de bi taybet li gundan atolyeyên jin û zarokan pêk bînin û wê tenê bi vir sînor nemînin, em ê li her derê xebatan bimeşînin. Cahîde Tore wiha got: “Atolyeyên bi ser navên wekî dayik, zarok, têkiliyên zarokan, zayenda civakî û hişmendiya zayendê ne. Yek ji sedema xebatên me yên li gund, aliyê ku bi hêz, rêxistinbûn û xweserbûna xwe dijîne. Ji ber vê divê em li cihên wisa hîn bêtir xebatên hişmendiyê bidin meşandin.”
‘Em ê li her qadê têkoşînê bimeşînin’
Cahîde Tore daxuyakirin ku wê li taxan hevdîtinên jinan pêk bînin û wiha domand: “Ji bo rola jinan a pêşeng derkeve holê em xebatan dimeşînin. Ev xebat wê bi 25’ê Mijdarê sînor nemînin. Em ê li dijî destdirêjî, tundî, qetilkirina jinan li her derê li qadan bin û têkoşînê bimeşînin. Di pêvajoya dawî de qetilkirinên jinan zêde bûn. Mirinên jinan bêceza tên hiştin. Desthilatdarî bi polîtîkaya bêcezahiştinê mêran diparêze û cesaretê dide mêran. Mînaka Gulistan Doku û Rojîn Kabaîş û gelekên din, hene.”
‘Bi polîtîkayên şerê taybet jinên Kurd hedef tên girtin’
Cahîde Tore di berdewamiyê de wiha anî ziman: “Bi destê dewletê bi polîtîkayên şerê taybet jinên Kurd hedef tên girtin. Li her qadê li dijî hişmendî, rêxistibûn û jiyana jinên Kurd êrîş hene. Li Kurdistanê jin hedef tên girtin. Bê guman li Colemêrg û navçeyên wê jî jin di hedefa dewletê de ne.”
‘Em ê bi ‘Jin Jiyan Azadî’ li qadan bin’
Cahîde Tore di dawiya axaftina xwe de destnîşan kir ku wê li Colemêrg û navçeyên wê li dijî polîtîkayên şerê taybet di 25’ê Mijdarê de li qadan bin û got: “Em ê bi rêxistinbûn, bi hev re rêxistibûna xwe ava bikin û biqîrin. Em bang li rayagiştî dikin, li dijî tundiya mêr bila polîtîkayên bêcezahiştinê pêk neynin. Jiyanek azad, wekhev û bê tundî pêkan e. Ji bo vê em ê bi felsefeya ‘Jin jiyan azadî’ li qadan bin.”







