Jinên TJA’yê: Divê tecrîd bê rakirin, gavên şênber bên avêtin
- 09:06 14 Mijdar 2026
- Rojane
STENBOL - Aktîvîstên TJA’yê der barê Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk de axivîn û gotin ji bo serkeftina pêvajoyê divê muxatabên esas bên nasîn û gavên şênber bên avêtin. Jinan diyar kirin ku PKK’ê berpirsyariya xwe aniye cih û divê desthilatdarî jî dawî li tecrîdê bîne, gavên baweriyê didin bavêje.
Nîqaşên hiqûqî û civakî yên der barê Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk de didomin û ji bo çareseriyê û aştiya civakî banga divê şert û merc bê kêmasî bên pêkanîn tên kirin. Berdewamkirina tecrîdê, tahliyekirina girtiyan, naskirina statuya hiqûqî ji hinek daxwazên esas in.
Aktîvîstên Tevgera Jinên Azad (TJA), Makbule Yilmaz û Hatîce Başkalane der barê pêvajoyê de axivîn.
Makbule Yilmaz diyar kir ku ji bo pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk bi ser keve divê muxatab bên nasîn û bal kişand ser rol û mîsyona Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a di çareseriya demokratîk a pirsgirêka Kurd. Makbule Yilmaz wiha dirêjî dayê: “Em jin wê li her derê xebatên xwe bimeşînin. Ji bo azadiya serok wê xebatên me bidomin. Serokê me azad nebe civak û jin jî azad nabin. Tecrîda li ser serokê me didome. Serok nekeve nav civakê azad nabe. Tecrîdek mezin heye. Divê dewlet gavan bavêje. An jî wê baweriya me bi dewletê nemîne. Wê têkoşîna me bidome.”
‘Divê dewlet gavên şênber bavêje’
Hatîce Başkalane diyar kir ku azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, naskirina statuya hiqûqî di alî demokratîkbûna Tirkiyeyê de girînge û got: “Serokê me bi perspektîf û rola siyasî aktorê sereke yê pêvajoyê ye. Ji ber vê divê rola wî bê nasîn, şert û mercên wî bên başkirin. Gavên ku divê desthilatdarî baveje tenê bi van sînor nîne. Divê girtiyên nexweş bên tahliyekirin, pêşiya gerîla û yên li Ewropayê dijîn bên vekirin ku tevli siyaseta demokratîk bibin. Aştî tenê bi bangan nabe. Divê gavên siyasî û hiqûqî yên baweriyê didin bên avêtin. Tecrîd hîna didome. PKK’ê seranserê pêvajoyê berpirsyaria xwe anî cih.Gav avêt. Lê yek alî nabve. Ev zirarê dide pêvajoyê. Divê tecrîda li ser Abdullah Ocalan bê rakirin Divê azadiya fîzîkî pêk bê.”
‘Jin kirdeya damzerîner a pêvajoyê ne’
Hatîce Başkalane balkişand ser rol û berpirsyariya jinan a di pêvajoyê de û got jin ne tenê piştgiriyê didin pêvajoyê, jin kirdeya damezrîner a pêvajoyê ne û wiha got: “Em deyndarê serokê xwe û nirxên xwe ne. Em jin ji bo jiyaneke azad û wekhev divê em perspektîfa ku serokê daye pêş me baş bigirin dest. Em jin ne tenê piştgiriyê didin pêvajoyê, em kirdeyên esas yên pêvajoyê ne. Jin di avakirina civaka demokratîk de rola pêşeng dilîzin. Ji ber aştiyeke ku azadiya jinan esas nagire ne aştiyeke mayîn de ye.”







