Hevdîtinên 25'ê Mijdarê: Em ê jiyana wekhev û azad ava bikin

  • 16:53 14 Mijdar 2026
  • Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Meclîsa Jinan a DEM Partiyê, ji bo 25'ê Mijdarê li Stenbol û Sêrtê starta çalakiyên xwe da. Di van çalakiyan de, ku banga xurtkirina têkoşîna li dijî tundiya mêr-dewletê, newekhevî û kuştina jinan dikirin, ev peyam hat dayîn: “Em ê jiyaneke wekhev, azad û demokratîk ava bikin.”
 
Meclîsa Jinan a Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî), ji bo 25'ê Mijdarê Roja Navneteweyî ya Têkoşîna li Dijî Tundiya li ser Jinan, li Stenbol û Sêrtê starta çalakiyên xwe da. Li Stenbolê hevdîtina jinan hat lidarxistin, li Sêrtê jî çalakiya zincîra mirovan pêk hat. Di van çalakiyan de bal hat kişandin ser kuştina jinan, tundiya mêr-dewlet, xizanî û newekheviyê; her wiha banga têkoşîna rêxistinkirî û piştevaniyê hat kirin.
 
Stenbol
 
Meclîsa Jinan a DEM Partiyê ya Stenbolê, li Parka Gaziyê ya li navçeya Sultangaziyê, bi dirûşma “Ji bo jiyaneke azad û wekhev gotina me heye; em li dijî tundiyê radibin!” hevdîtin jinan li dar xist. Di çalakiyê de  ji Meclîsa Dayikên Aştiyê Arîfe Çinar, aktîvîsta TJA'yê Sebahat Tuncel û gelek jinên din amade bûn. Beşdaran wêneyên jinên ku hatine qetilkirin hildabûn û gelek caran dirûşma “Jin, jiyan, azadî” hat berzkirin.
 
Di çalakiyê de çîrokên  jinan hatin vegotin ku di encama tundiya mêran de hatine qetilkirin. Piştre lîstikeke şanoyê hat pêşkêşkirin ku tê de nîşan dida ka çawa jiyana komunal û beşdariya berhemdar a jinan di dirêjahiya dîrokê de ji aliyê sîstema serdest a mêr ve hatiye desteserkirin.
 
‘Divê jin di pêvajoya aşatiyê de bibin xwedî rol'
 
Arife Çınar, di axaftina xwe ya li civînê de, bal kişand ser girîngiya destpêkirina çalakiyên wan ên ji bo 25'ê Mijdarê û da zanîn ku li Tirkiyeyê, Rojhilata Navîn û gelek deverên din ên cîhanê, jin ji ber tundiya mêran tên kuştin û got: “Li taxa Gaziyê, hevalên me Pınar Yılmaz, Ayşe Koçak, Çigdem Kınay, Pinar Bektaş, Çagdaş Mane Kaya û her wiha Haciye û Melike Ayoglu hatin qetilkirin. Gelo ew ji aliyê kê ve hatin kuştin? Ew ji aliyê kesên herî nêzîkî wan ve, an jî dema ku tenê li ser balkonên xwe rûniştibûn ji aliyê gulebarana bêserûber a çete û hêmanên sûcdar ve hatin kuştin.”
 
 
Arife Çınar, bi tekezî li ser pêwîstiya nûnertiya wekhev a jinan di pêvajoya aştiyê û civaka demokratîk de rawestiya û got: “Em dizanin ku bêyî beşdariya jinan di vê pêvajoya aştiyê û civaka demokratîk de, li van axan aştiyeke mayînde pêk nayê.”
 
Arîfe Çınar bal kişand ser wê yekê ku jin di jiyana kar, siyaset û gelek qadên din ên jiyana civakî de rûbirûyê zîhniyeteke serdest a mêran dibin; her wiha behsa girtina siyasetmedarên jin ku di nav de Figen Yüksekdağ, Leyla Güven û Zeynep Kahraman hebûn kir.
 
'Em wek jinên ku jiyanê diparêzin li vir in'
 
Aktîvîsta TJA'yê Sebahat Tuncel ew karkerên ku li Îzmîr Aliaga û Dilovasiyê jiyana xwe ji dest dabûn, her wiha jinên ku di encama tundiya mêr-dewletê de hatibûn qetilkirin, bi bîr anîn. Tuncel bal kişand ser mirinên girseyî yên karkeran û tundiya li dijî jinan û got: “Li vî welatî mirov jin, zarok, karker û kedkartêne qetilkirin. Mirin wekî ku çarenûsa me be, ji me re tê pêşkêşkirin. Lê belê, em îro li vir in; wekî jinên ku parastina jiyanê dikin.”
Tuncel anî ziman ku jin di dîrokê de afirînerên jiyana komunal û hilberîna civakê ne."
 
 
‘Em ê jiyaneke wekhev, azad û demokratîk ava bikin’
 
Sabahat Tuncel bal kişand ser wê yekê ku jinan di dirêjahiya dîrokê de ji bo wekhevî, edalet, demokrasiyê û aştiyê têkoşiyane, û behsa kevneşopiyeke têkoşînê kir ku ji xwişkên Mirabal heta Rosa Luxemburgê dirêj dibe. Tuncel, Sakine Cansız, Fidan Doğan û Leyla Şaylemez yên ku li Parîsê hatibûn qetilkirin)û her wiha Sevê Demir, Pakize Nayır û Fatma Uyar yên ku li Cizîrê hatibûn kuştin bi bîr anîn û got: “Wan jî jiyaneke cuda xeyal dikir; cîhaneke ku gel tê de bikarin di nava nîzameke wekhev, azad û demokratîk de bijîn. Ji ber vê yekê, îro di 25'ê Mijdarê de dema em derdikevin kolanan, em ne tenê wan jinên ku ji ber tundiya mêran hatine kuştin bi bîr tînin, lê em wan jinan jî bi bîr tînin ku ji ber tundiya siyasî û tundiya mêr-dewletê hatine qetilkirin. Em dibêjin: têkoşîna we, têkoşîna me ye. Em ê bêguman jiyaneke wekhev, azad û demokratîk ava bikin.”
 
Çalakî bi govendê bi dawî bû.
 
Sêrt
 
Meclisa Jinan a DEM Partiyê, di çarçoveya 25ê Mijdarê Roja Têkoşîna Navneteweyî ya Li Dijî Tundiya Li Ser Jinê de, li Sêrtê destpêka çalakî û bernameyên xwe yên bi şîara “Bi hêza cewherî û bi vîna azad niha dema jinê ye” ragihand. Gelek jinên nûnerên partiyên siyasî û saziyên sivîl ên ku li Parka Orhan Dogan hatin ba hev, çalakiya Zincîra Mirovan pêk anîn. Di çalakiya ku dowîzên “Em di jiyana azad û wekhev de bi israr in” , “Li dijî tundiya mêr-dewletê em di serhildanê de ne, em li cem hev in”, “Em bi hêrs in”, “Jin, jiyan, azadî” û wêneyên jinên hatine qetilkirin hatin hilgirtin de, dirûşmeyên “Jin, jiyan, azadî” hatin berzkirin.
 
‘Jin pêşengiya aştiyê dikin’
 
Parlementera DEM Partiyê ya Sêrtê Sabahat Erdogan Saritaş ku li vir axivî, diyar kir ku jin îsal jî hatine qetilkirin û rûbirûyê her cure tundiyê mane. Sebahat Erdogan Saritaş destnîşan kir ku keda jinan nayê dîtin, xwezaya wan tê talankirin û tundî li ser wan tê ferzkirin û da zanîn ku jin li dijî vê yekê bêdeng namînin û li kolanan, di girtîgehê de û li meclisê li her derê dengê xwe bilind dikin.
 
Sebahat Erdogan Saritaşê anî ziman ku ew li dijî qetilkirina jinan, talankirina xwezayê, polîtîkayên şerê taybet, newekheviyê û polîtîkayên bişaftinê serî hildidin û wiha got: “Em jin pêşengiya aştî û civaka demokratîk dikin. Em jiyaneke azad û wekhev dixwazin. Jiyana azad a ku em dixwazin ne kuştin e; em dixwazin bi zimanê xwe, bi çanda xwe û bi hemû mafên xwe yên xwezayî jiyanê ava bikin.”
 
‘Em ê tekoşîna jiyana birûmet bidomînin’
 
 
Piştre Berdevka Meclisa Jinan a DEM Partiyê Halîde Turkoglu dîroka 25'ê Mijdarê bi bîr xist û wiha got: “Îro li çar aliyên cîhanê jin li dijî tundiyê têkoşîneke mezin didin. Di vê pergala cîhanê de dema jin her cure tundî û înkarê dijîn, tu carî dev ji têkoşîna xwe ya rêxistinkirî jî bernadin. Em jin dema ku li dijî tundiyê têdikoşin, di heman demê de hewl didin xeyala paşerojê jî derxin holê. Em jin bi nasname û hişmendiya xwe dixwazin ev cîhan êdî biguhere. Ji ber vê yekê jin dema ku tundiya dewleta mêr teşhîr dikin, têkoşîna jiyana birûmet dimeşînin.”
 
Hevseroka DEM Partiyê ya Sêrtê Rewşan Arslan jî got: “Wekî ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan gotiye, heta jin azad nebe civak azad nabe. Em ê ji bo vê yekê têkoşîna xwe berdewam bikin.”
 
‘Kampanyaya nan aştî û edaletê’
 
Piştre li Komeleya Lêkolînên Ziman û Çandê ya Botanê (BOTAN-DER) di çarçoveya kampanyaya “Nan, Aştî û Dadwerî” de hevdîtina jinan hat lidarxistin. Di hevdîtina ku gelek jin beşdar bûn de Sabahat Erdogan Saritaş axivî û wiha got: “Ev sed sal in li ser axa me, xwezaya me û hemû mafên me yên xwezayî şerekî qirêj tê meşandin. Her jina ku li vir rûniştiye ji gundekî ye. Em hemû xwedî mal û xwedî ax bûn. Bi polîtîkayên qirêj em ji gundên xwe koçber bûn û hatin bajêr. Çawa ku gundên me hatin şewitandin, cerdevanî ferz kirin; welatparêzan ev qebûl nekir. Yên ku man jî bedelên giran dan. Zexta dewletê bi her awayî li ser wan hat meşandin. Em ne tenê ji gundê xwe, ji jiyana xwe jî bûn.”
 
 
‘Em nikarin debara xwe bikin’
 
Piştre jinên tev li civînê bûne mafê axaftinê girtin û diyar kirin ku berê wan her tişt bi xwe çêdikir û hewcedarê tu kesî nebûn û wiha gotin: “Her tişt ji mala me bû, me bi xwe çêdikir û ya zêde difirot. Em ne hewcedarê tu kesî bûn. Me nan, penîr û şîrê xwe bi xwe çêdikir. Îro em hatine metropolan û nikarin debara xwe bikin. Sedemên qetilkirina jinan krîza aborî ye. Ji ber krîza aborî û tunebûna derfetên kar ên li bajêr zarokên me çûne bajarên Tirkiyeyê û em nikarin debara xwe bikin.”
 
Piştî axaftina jinan hevdîtina bi jinan re bi dawî bû.