Kongra Star li Til Temirê û Dirbêsiyê civîn li dar xist

  • 15:41 15 Mijdar 2026
  • Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Li bajarên Dirbêsiyê û Til Temirê Kongra Star bi boneya Roja Navneteweyî ya Têkoşîna Li Dijî Tûndiya Li Ser Jinan çalakî organîze kir.
 
Kongra Star li bajarê Til Temirê civîn bi rêxistin kir. Civîn li hola Meclisa Malbatên Şehîdan hate lidarxistin, xebatkarên Saziya Civaka Sivîl, nûnerên partiyên siyasî, rêxistinên jinan û şêniyên bajêr tev li bûn.
 
Di civînê de Rêvebera Kongra Star a bajarê Til Temirê axivî û got: "Hişmendiya tundrew a li dijî jinan hîna nehatiye guhertin. Gelek jinên Sûriyeyê li ser destê hevjîn û malbata xwe têne kuştin. Ev tê wateya ku tundî heye."
 
Her wiha Rêvebera Mala Jin a bajarê Til Temirê Hedla Yûnis axivî û got: "Jinan bi saya fikir û ramanê Rêber Abdullah Ocalan dest bi têkoşînê kir. Jinan xwe ji hişmendiya ku ew mulkê mêra ne, rizgar kir. Êdî ew dikarin aqûbeta xwe diyar bike û ji bo siberoja xwe biryarê bigire."
 
Hedla Yûnis dîrok bi bîr xist û got: "Malbat û civakê mafên jinan ne dida wan. Mafê jinan nebû ku siberoja xwe diyar bike. Mêr bedêla jinan difikirî û şûna wan biryar digirt. Lê îro jinan gelek pêvajo derbas kir. Têkoşîn kir û bedelên mezin da. Bû xwedî îrade û biryar. Tev li jiyana siyasî û civakî bû. Hîna gelek civak tadê û tundiyê li jinan dike. Heyanî pirsgirêka jin çareser bibe em ê têkoşîna xwe ya siyasî û qanûnî bidomînin."
 
Li Dirbêsiyê jî Kongra Star civîn birêxistin kir. Di komcivînê de mijara "Na, ji tundiya li djî jinan" û "Misogerkirina mafên jinan di destûrê Sûriyeyê de" hate nirxandin. Jinan di komcivînê de anî ziman ku têkoşîna li dijî tundiya li ser jinan girîng e. Divê jinên Sûriyeyê jî bi têkoşînê di destûrê Sûriyeyê de mafên xwe misoger bike.