Rewşa girtiya nexweş Evîn Zapsu giran e

  • 19:15 16 Mijdar 2026
  • Rojane
KAYSERÎ – Hat diyar kirin ku di rapora têkildarî girtiya nexweş Evîn Zapsu de hatiye tespîtkirin ku teşhîsa pençeşêra malzarokê ya qonaxa 4’emîn hatiye danîn.
 
"Rapora Encamên Patolojiyê ya ji Beşa Patolojiya Tibbî" ya ku ji aliyê Nexweşxaneya Bajarê Kayseriyê ve derbarê girtiya nexweş a giran Evîn Zapsu ya li Girtîgeha Jinan a Bunyan a Kayseriyê tê girtin, hatiye amadekirin, hate weşandin. Li gorî raporê, biyopsiya ku li ser Evîn Zapsu hatiye kirin, teşhîsa pençeşêra malzarokê ya qonaxa 4’emîn nîşan daye. Hate destnîşankirin ku pençeşêr belavî organên wê yên hundirîn bûye.
 
Rêxistinên mafên mirovan û mafên jinan berê daxwaza berdana Evîn Zapsu kiribûn û diyar kiribûn ku mafê wê yê dermankirinê tê astengkirin.