Meclisa Jinan a DEM Partiyê deklerasyona 25’ê Mijdarê eşkere kir

  • 20:51 16 Mijdar 2026
  • Rojane
ENQERE - Berdevka Meclisa Jinan a DEM Partiyê Halîde Turkoglu ku deklerasyona 25’ê Mijdarê ya DEM Partiyê aşkera kir û diyar kir ku ew ê têkoşîna jiyana azad û wekhev a jinan di 25’ê Mijdarê de derxînin qadan.
 
Meclisa Jinan a DEM Partiyê bi şiara, “Ji bo jiyaneke azad û wekhev gotina me heye, li dijî tundiyê raperîna me heye” li Rêya Yukselê ya navçeya Çankaya ya Enqereyê bi daxuyaniyeke deklerasyona 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna Tundiya li dijî Jinan aşkera kir. Berdevka Meclisa Jinan a DEM Partiyê Halîde Turkoglu û gelek jin tevlî daxuyaniyê bûn. Girseyê dowîzên li ser, “Divê girtiya nexweş Newroz Bozkurt bê berdan”, “Li dijî tundiyê raperîna me heye” dinivisî rakirin û dirûşmeyên, “Jin jiyan azadî” berz kirin. 
 
Metna daxuyaniyê ji aliyê Berdevka Meclisa Jinan a DEM Partiyê Halîde Turkoglu ve hat dayin. Halide Turkoglu girîngiya 25’ê Mijdarê bi bîr xist û got ku ew dê deklerasyona 25’ê Mijdarê aşkera bikin. Halîde Turkoglu destnîşan kir ku ew dê li dijî tundiya dewlet û zilam mîrateya têkoşîna Xwişkên Mîrabal zindî bihêlin û wiha got: “Bi polîtîkayên şerê taybet jin tên hedefgirtin. Ji ber van polîtîkayan bi taybetî jinên ciwan ên Kurd rû bi rûyê êrişan dimînin; kujerên Gulistan Doku, Rojwelat Kizmaz û Rojîn Kabaîş hê nehatine ronî kirin. Jin li her qadê bi her cûre tundiyê re rû bi rû ne. Vekişîna desthilatê ya ji Peymana Stenbolê ya ku jinan diparêze belgeyeke şermê ye û betalkirina wê tundiya li ser jinê rewa dike.”
 
‘Kuştina jinan zêde bûye’
 
Halîde Turkoglu destnîşan kir ku ji ber polîtikayên desthilatê kuştina jinan zêde bûye û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Di 10 mehan de 245 jin hatine kuştin û kujer ji aliyê desthilatê ve tên parastin. Kesên LGBTI+ bi gefan re rû bi rû ne û xizaniya kedkar û jinan kûr dibe. Ji ber van sedeman, îro li vî welatî ne malbat, ne jin û ne jî kolan tu kes di ewlehiyê de nîne. Tundiya li ser jinê bi aqilê mêr nayê çareserkirin. Pergaleke ku mafê jiyanê yê jin, karker û kedkaran neparêze ne ewle ye û jin ji ber tecrubeya xwe ya dîrokî baweriyê bi vê desthilatê naynin. Çareserkirina tundiya li ser jinê bi aqilê serdest ê mêr ne pêkan e.”
 
‘Jin kirdeyê pêvajoyê ne’
 
Halîde Turkoglu bal kişand ser pêvajoya Aştî û Civaka DemokratÎk û wiha axivî: “Civakîbûna aştiyê bi jiyana wekhev û azad a jinan gengaz e. Aştî tenê bi nebûna şer pêk nayê; divê edaleta aborî û civakî hebe. Di budçeyê de para herî mezin ji şer re tê veqetandin. Divê budçe ne ji bo şer lê ji bo aştiyê were veqetandin. Jin kirdeyê vê pêvajoyê ne. Divê budçeyeke wekhev ji bo jinan û kedkaran be veqetandin. Divê şert û mercên azad û wekhev ji bo Abdullah Ocalan bên baş kirin ku bikarê pêvajoyê bi rê ve bibe. dabînkirin da ku karibe muzakereyan dewam bike.”
 
Deklerasyona 25’ê Mijdarê 
 
Halîde Turkoglu tekildarî rewşa girtiya nexweş Newroz Bozkurt ku roja şemiyê ji ber nexweşiya wê giran bibû rakiribûn nexweşxaneyê û rewşa wê xeternek e, xwest demildest bê berdan. Halîde Turkoglu piştre jî deklerasyon aşkera kir û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Ji Bursayê heta Antalyayê, ji Edeneyê heta Êlihê û Qersê em ê di foruman de bi jinan re werin cem hev. Em ê serhildana xwe ya li dijî tundiyê û gotina xwe ya li ser rêxistinbûn, têkoşîn û çareseriyê bigihînin hev. Bi gerandina mal bi mal, derî bi derî û bi lidarxistina civînên taxan, em ê hefteya 25ê Mijdarê bi biryardariya xwe ya di têkoşîna azadiya jinê de pêşwazî bikin.Wekî her sal, îsal jî em ê di 24ê Mijdarê de civîna koma parlamentoyê ya jinan li dar bixin û deng û gotina têkoşîna jinan a li dijî şer, tundî û kedxwariyê bi hev re biqîrin. Di 25ê Mijdarê de em ê cihê xwe di meşên şevê yên femînîst de bigirin; li gel rêxistinên jinan, platforman û Tevgera Jinên Azad (TJA) re li her derê, di meşan de serhildana xwe bi hev re mezin bikin. Ez bi vê bawerî û biryardariyê hemû jinan silav dikim û dibêjim; Bijî hevgirtina jinan, Jin Jiyan Azadî.”
 
Daxuyanî bi berzkirina dirûşmeyan bi dawî bû.