Hevşaredar Kezban Yilmaz nehat berdan

  • 16:30 15 Çile 2020
  • Hiqûq
AMED - Di daneşîna doza Hevşaredara Peyasê de ku li 9'emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê hat dîtin de Kezban nehat tehliyekirin û daneşîna bê taloqî meha Adarê hat kirin. 
 
Daneşîna 1'emîn a doza Hevşaredara navçeya Peyasê ya Amedê Kezban Yilmaz ku bi fermana Wezîrê Karên Hundir li şûna wê qeyûm hat tayînkirin û bi îdayaya "endatiya rêxistinê" hatibû vekirin li 9'emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê hat dîtin.  Kezbanê bi rêya SEGBÎS2ê ji  Girtîgeha Bunyan a Jinan ya Kayseriyê tevli dozê bû, parêzerên wê jî li daneşînê amade bûn. Kesa ku îfade li ser Kezbanê dabû Hîcran Berna jî bi rêya gotibû "poşman im" û ji girtîgehê hatibû berdan jî li gel daxwaza heyeta dadgehê ku got bila li salonê amade be ji Edliyeya Çinarê bi rêya SEGBÎS'ê tevli daneşînê bû.
 
Di daneşînê de malbata Kezbanê, parlamenterên HDP'ê yên Amedê, hevserokên HDP'ê yên Bajarê Amedê û bi dehan aprêzeran jî cih girtç. Herwiha bi dehan polîsan jî doz şopand.
 
Di daneşînê de parêzerê Kezbanê Mehmet Emîn Aktar diyar kir ku 70 parêzerên li daneşînê bila parastinê bikin û xwest ku daneşîn bi rêya SEGBÎS'ê bê qeydkirin. Heyeta Dadgehê parastin bi 3 parzêeran sînordar kir û pêkanînana deneşînê bi qeyda SEGBÎS'ê qebûl kir.  
 
'Ez tahliyeya xwe dixwazim'
 
Kezban diyar kir ku ew divê bi lixwmukurhatina şahidekê neyê girtin û parasstina xwe wiha bidawî kir: "4 çalakiyên ku ez bi wan têm sucdarkirin tu tiştekî ku bibe mijara suc min di wan de nekiriye, endamtiya min a komeleyên ku hatine girtin nayê wateya ku ez endama rêxistinê me. Ez tahliyeya xwe dixwazim."
 
Piştî îdadeya şahid û parastina parêzeran heyeta dadgehê naber da û piştî naberê biryara xwe aşkera kir. Heyeta dadgehê diyar kir ku ji bo kêmasiyên di dosyayê de bên temamkirin û bi îdaya ku dibe bersuc bireve wan biryara berdewamiya girtina kezbanê dayêe û doz taloqî 2'yê Adarê kirin.