Meclîs Jinan a KESK’ê li dijî tundiya mêr meş pêk anî

  • 21:35 11 Cotmeh 2024
  • Rojane
 
ÎZMÎR- Meclîsa Jinan a KESK’ê li dijî tundiya mêr û qetilkirina jinan meşiyan û daxuyaniyek dan.
 
Meclîsa Jinan a Konfederasyona Sendîkayên Kedkarên Cemawerî (KESK) a Îzmîrê li dijî tundiya mêr û qetilkirinên jinan meşek pêk anîn û piştre daxuyanî dan. Jin li ber Çanda Kevn a Leman hatin gel hev û berbi Navenda Çanda Turkan Saylan ve meşiyan. Li ber Navenda Çanda Turkan Saylan daxuyanî hat dayîn. Li ser navê girseyê sekretera jinan a şaxa hejmar yek a Tumbel Senê Şukriye Yavuz daxuyanî xwend.
 
Şukriyeyê da zanîn ku jin raste rast hedef tên girtin jiyana wan tune tê hesibandin û got heta ku edaleta rast pêk neyê ewlehiya tu jinekê tuneye. Şukriyeyê bi lêv kir ku qetilkirina jinan polîtîke û  got: “Li şûna jinê malbata pîroz bicih dikin.  Jin nikarin xwe bigihînin edaletê.  Desthilatdarî ji bo bidawîbûna tundiyê îradeyê nîşan nade. Ji ber vê jî em dibêjin kuştinên jinan polîtikin.”
Daxuyanî bi dirûşmeyan bidawî bû.