‘Ji bo pêşî li şîdetê bê girtin divê em dest ji peymanê bernedin’

  • 09:05 4 Hezîran 2021
  • Hiqûq
 
Marta Somek
 
STENBOL - Seroka Navenda Mafê Jinan a Baroya Stenbolê Şukran Erdogdu şîdeta mêr ya bi pandemiyê re zêde bû û polîtîkayên bêcezabûnê nirxand û da zanîn ku ji ber jin nikaribûn ji malê derkevin, nikaribûn xwe bigihînin edliyeyan û ji ber piştgiriyek baş ji polîsan negirtine, di xwegîhandina edeletê de pirsgirêk hatine jiyîn.
 
Şîdeta li ser jinan û kuştinên jinan di meha adara 2020’an de bi derketina virûsa koronayê re roj bi roj zêdetir bû. Bi pêvajoya girtina giştî re şîdet zêdetir bûn. Seroka Navenda Mafê Jinan a Baroya Stenbolê Şukran Erdogdu derbarê serlêdanên jinan de nêrînê xwe ji ajansa me re parvekir. 
 
Şukranê da zanîn ku di 2019’an de 12 hezar û 101 jinî serî Baroya Stenbolê dane û ji van serlêdanan hemû ne ji bo biryarên tedbîra parastinê ne, hezar û 800 jinî ji bo biryara tedbîra parastinê serlêdan kirine û di serlêdanên destbedanê de jî her tim şîdet hebûye. Şukranê daxuyakirin di çarçoveya şîdetê de ne tenê ya fîzîkî, ya aborî, psîkolojîk û zayendî jî  heye.
 
‘Di 2020’an de 9 hezar û 394 serlêdan hatin kirin’
 
Şukranê destnîşan ku biryara tedbîra prastinê neyê xwestin jî hebûna şîdetê her tim mijara gotinê ye û ev tişt daxuyand: “Di sala 2020’an de ji bo buroyên alîkariya edlî 9 hezar û 394 serlêdan hatin kirin. Li gorî 2019’an de di 2020’an de hejmar hinek ketiye lê jî ji ber pêvajoya pandemiyê bû û jinan nikaribû xwe bigihînin mekanîzmayên pêwist. Jinên dema diçin qerekolan jî rastî gotina ‘Cihê herî ewle mala we ye, biçin mala xwe’. Ji ber vê jî jin di alî bikaranîna mafê hiqûqî de pisgirêkan dijîn, di xwegîhandina edeletê de pirsgirêkan dijîn.”
 
‘Xwegîhandina edeletê pêk nehat’
 
Şukranê bi lêv kir ku bi telefonan gelek serlêdan tê kirin lê di alî xwegîhandina edeletê de pisgirêk hatin jiyîn ji ber ku jin nikaribûn ji malên xwe derkevin. Şurakên ev tişt bi lêv kir: “Di qedexeyan mekanîzmayên edlî hêdî bû, ji ber vê jinan encam negirt. Dîsa jin li malê rastî şîdetê hatin. Ji malê xwe nikaribûn derkevin. Piştgiriya polîsan negirtin, nikaribûn xwe bigihînin edliyeyan. Ji ber vê di xwegîhandina edeletê de pirsgirêk jiyan.”
 
‘Kêmbûna hejmaran nayê wateya ku şîdet kêm bûye’
 
Şukranê destnîşan kir ku ketina hejmarên serlêdanê nayê wateya ku şîdet kêm bûye an jî jin di hawirên ewle de ne û wiha dirêjî dayê: “Berovajî vê ev nîşaneya ku şîdet zêde bûye. Bi 7 kanalên buroya alîkariya edlî an jî telefonan dikarin xwe bigihînin baroyê. Rewşa aborî çi dibe bila bibe di serlêdanên şîdetê de beyî belge bê xwestin hema em parêzer tayîn dikin û parêzer ji bo biryara parastinê serlêdanê dike. Di rojekê de jî biryara parastinê tê girtin.”
 
‘Pêvajoya biryarên tedbîrê daket 15 rojan’
 
Şukranê di berdewamiyê de wiha vegot: “Li gorî daxwazan em jinan dişînin stargehê. Di 2019’an de di hemû alîkariyên edlî de, li gorî 6284’an di dosyayê ku biryara tedbîrê tên xwestin de, di encama lêkolînên tên kirin de bi giştî, herî dereng di du rojan de biryara tedbîrê tê dayîn. Ji sedî 95’ê daxwaz tên qebûlkirin. Mekanîzma bi lez pêk tê lê pêvajoyên biryarên tedbîrê daxistine 15 rojan. Lê ev biryar dikarin heta 6 mehan bê dayîn.”
 
‘Serlêdan zêde bûn’
 
Şukranê balkişand ser Peymana Stenbolê û daxuyakirin ku piştî vekişînê serlêdan zêde bûne û got: “Jin diçin polîs lê alîkariyekê nagirin ji ber vê serî li me didin. Polîs dibêjin em nikarin tiştekî bikin biçin edliyeyê. Jin li dijî vê nikarin tiştekî bikin, bi fikarin. Divê Peymana Stenbolê û qanûna hejmar 6284 demildest pêk bê. Jina bi navê Ayşe Tugba Arslan 23 caran serî li dozgeriyê dide û herî dawî di çapemeniya civakî de dibêje ‘hûn li bendê kuştina min in’. Piştî vê parvekirinê hat qetilkirin. Dîsa hevpîşeya me Muzzeyen Boylu 11 caran serlêdanê dike û  biryarên tedbîrê yên girtin jî 10-15 roj bû. Di vê mijarê de divê polîs berpirsyariyên xwe bîne cih.”
 
Divê kes bêdeng nemîne
 
Şukranê her wiha li dijî şîdetê bang li hemû kesî kir ku bêdeng nemînin û got her kes dikare rastî şîdetê bê û wiha bi lêv kir: “Ez parêzerim û hevpîşeya min ji aliyê doktorekî ve hat kuştin. Gelek hevalên me yên parêzer rastî şîdetê tên. Hemû cîhan bi şîdetê re têdikoşe. Em divê tu car dest ji têkoşînê bernedin.
 
‘Dest ji peymanê bernedin’
 
Şukranê di dawiya axaftina xwe de diyar kir ku divê hemû kes li dijî şîdetê xwedî sekn be û wek di qanûna hejmar 6284’an de jî tê gotin, ger hûn bibin şahidê şîdetê an jî hûn bixwazin biparêzin îxbar bikin û wiha dawî lê anî: “Lê hemû civak divê bi hev re têbikoşe ku şîdetê rawestîne. Ji bo em pêşî li şîdetê bigirin jî divê em dest ji peymana Stenbolê bernedin.”