Danişîna doza Rojbîn Çetîn hat taloqkirin

  • 11:30 30 Mijdar 2021
  • Hiqûq
 
WAN - 6'emîn danişîna doza Sevîl Rojbîn Çetin îro li 2'yemîn Dadgeha Cezayê Giran a Wanê hat dîtin. Heyeta dadgehê carek din danişîn taloqê 17'ê sibata 2022'yan kir. 
 
Endama Lijneya Rêveberiyên Herêmî ya Demokratîk a Gelan (HDP) û aktîvîsta Tevgera Jinên Azad (TJA) Sevîl Rojbîn Çetîn, di 27’ê hezîrana 2020'an de li Amedê di dema serdegirtina mala wê de bi kûçikan hate îşkencekirin û piştre hat girtin. Îro 6'emîn danişîna doza wê li 2'yemîn Dadgeha Cezayê Giran a Wanê hat dîtin. Malbata Rojbîn, hevseroka HDP'ê ya Wanê Handan Karakoyun û hevşaredara Erdîşê ya ku li şûna wê qeyûm hatî tayînkirin Yildiz Çetin û gelek kes tevlî danişînê bûn. 
 
Rojbîn Çetîn ji Girtîgeha Tîqa D a Amedê bi rêya SEGBÎS'ê tevlî danişînê bû û bi kurdî parastina xwe kir. Rojbîn di parastina xwe de îdiayên ku hatî kirin red kir û daxwaza tehliyeya xwe kir. 
 
Parêzer Ekîn Yeter parastina Rojbînê kir û îdiayên ku hatî kirin red kir û daxwaza tehliya wê kir. 
 
Piştî parastinê heyeta dadgehê danişîn taloqê 17'ê sibata 2022'yan kir.