
Rûniştina doza sê rojnamevanan hat taloqkirin
- 11:34 6 Gulan 2025
- Hiqûq
STENBOL – Ji bo diyarkirina çarenûsa dosyayên vekirî, darizandina rojnamevanan hate paşxistin.
Sêyemîn rûniştina doza ku li dijî nûçegihanên Ajansa Mezopotamya (MA) Esra Solin Dal, Mehmet Aslan û rojnamevan Erdogan Alayumat bi tohmeta "endamtiya rêxistinÊ" hatiye vekirin, li 25'emîn Dadgeha Cezayê Giran a li Çaglayan a Stenbolê hat dîtin.
Parêzerên rojnamegerên bersûc Hazal Sumeli û Şukru Alpsoy beşdarî danişînê bûn. Heyeta dadgehê biryar da ku li ser çarenûsa dosyayên lêpirsîna vekirî yên derbarê rojnamevan Mehmet Aslan û Erdogan Alayumat de bipirse.
Doz heta 11'ê Îlonê hate taloqkirin.