Însiyatîfa Dayikên Aştiyê: Niha gotin a gel e

  • 14:31 6 Gulan 2025
  • Rojane
 
ÎZMÎR – Însiyatîfa Dayikên Aştiyê di civîneke çapemeniyê de diyar kir ku divê têkoşîna ji bo aştiyê bidome. Înîsiyatîfê got, "Niha gotin a gel e. Divê gel di avakirina aştiyeke bi rûmet de rolekê bilîze."
 
Endamê Şandeya Îmraliyê ya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) û Cîgirê Serokê Parlamentoyê Sirri Sureyya Onder di 3'yê Gulanê de li nexweşxaneya ku lê dihat dermankirin jiyana xwe ji dest da. Însiyatîfa Dayikên Aştiyê ya Îzmîrê ji ber mirina Sirri Sureyya Onder li avahiya Rêxistina Navçeya Bayrakliyê ya DEM Partiyê civîneke çapemeniyê li dar xist. Dayika Aştiyê Beyhude Kurt di civînê de axivî.
 
'Ji bo aştiyê divê em saniyeyekê jî winda nekin'
 
Beyhude Kurt ji Însiyatîfa Dayikên Aştiyê ya Îzmîrê pêşî sersaxî ji malbata Sirri Sureyya Onder re xwest, dû re jî ji Kurd û gelê Kurdistanê re sersaxî xwest. Beyhude Kurt got, "Ez bi rêzdarî serê xwe li ber bîranîna şehîdan û Sirri Sureyya Onder ditewînim. Wî ji bo aştiyê hewldanên mezin kir. Di dawiya jiyana xwe de bi şeref û rûmet koça dawî kir. Çi ji bo wî bê gotin jî têrê nake. Tevî hemû nexweşiyên wî yên giran jî, ew kesek bû ku qet dev ji xeyalên xwe yên aştiyê berneda. Pirsgirêkên xwe yên tenduristiyê dan aliyekî û ji bo aştiyê têdikoşiya. Ji bo aştiyê divê em saniyeyekê jî winda nekin."