Feyruz Pulat ya bi pitika zikê xwe jiyana xwe ji dest da, du saetan li benda sewqkirinê maye

  • 09:17 24 Cotmeh 2017
  • Hiqûq

Medîne Mamedoglu

ŞIRNEX - Li Cizîrê jina bi navê Feyruz Pulat ya 29 salî ku bi pitika 8 mehî ya di zikê xwe de jiyana xwe ji dest da, di hevdîtinên telefonê yên dosya lêpirsînê de derket holê ku jina ducanî bi saetan li benda sewqkirin û ambulansê maye.
 
Jina bi navê Feyruz Polat ya 8 mehî ducanî bû û rakirin Nexweşxana Dewletê ya Cizîrê, ji ber doktora nexweşiyên jinan a pispor tinebû jiyana xwe ji dest dabû.  Ajansa me JINNEWS’ê xwe gîhan dosyaya lêpirsînê û di encama lêkolînan de derket holê ku xebatkarên tendurstiyê yên Nexweşxaneya Sîlopî û Şirnexê  ji ber nexweş qebûl nekirine û ambulans nedane jiyana xwe ji dest daye.
 
Feyruz ya di 1986’an de hatiye dinê xwedî sê zarokan bûye û hemû bi sezeryanê anîne dinê. Di çaremîn ducaniya xwe de ku divê di meha dawî de li nexweşxaneyê bimana, beriya jiyana xwe ji dest bide gotibû ‘ez nikarim bîhna xwe bigirim’.  Hevjînê wê gazî ambulansê kir û saet di 04.00’an de ambulans hat û birin nexweşxaneya Cizîrê.
 
Ne ambulans ne jî doktor hebû!
 
Feyruz çawa gihişt nexweşxanê ji ber pispora welidînê ya nexweşiyên jinan tinebû, doktorekî din ew derman kir.  Êşa Feyruzê zêde bibû û kiribûn NST’ê.  Doktoran li navçeyên din ji bo sewqê li doktorên pispor ên nexweşiyên jinan geriyan. Tevî ku li nexweşxaneya Şirnex û Sîlopiyê ya dewletê pisporê welidîna jinê hebûn jî, kar û barê qebûlkirina feyruzê nekirin.  Feyruz heta 8’an rawestandin û piştî ku ji ser hişê xwe çû ew girtin sezeryanê.  Feyruz û pitika wê li nexweşxaneyê jiyana xwe ji dest dan.
 
Husnu Polat diyar kir ku doktor û rêveberiya nexweşxaneyê hevjîna wî îhmal kirine û der barê hemû doktor û xebatkaran de serlêdana sûc kir.  Di dosya lêpirsînê de  hat dîtin ku doktorên Şirnex û Sîlopiyê di axaftinên telefonê de  nexweş red kirine.
 
Doktorê ku li nexweşxaneya Cizîrê ewil mudaxaleyî Feyruzê kir di axaftina bi telefonê ya bi KKM’ê re diyar dike ku divê ji bo sewqkirina F.A ambulans bê.
 
Personelê KKM’ê dibêje ekîba 112’ê ne amade ye û wê ji herêma herî nêz ambulansê bixwaze.  Doktor F.A diyar dike ku rewşa Feyruzê ne başe û dixwaze sewqî Amedê bê kirin.   Doktor F.A ji peywirdarî KKM’ê re rewşê dubare dike û dibêje divê sewqî Nexweşxana Dewletê ya Sîlopiyê bê kirin.
 
Doktorekî KKM’ê hewl dide xwe bigihîne doktorek pispor a jinan.  Lê kes bersiv nadê.  Nexweşxaneya Sîlopiyê  dibêje li vir rewşa serwîsê qelse, bibin nexweşxaneyek din. Ji F.A. tê xwestin ku testa xwîna bikin û bişînin Amedê.
 
Hevdîtinên navbera doktor û KKM’ê de digihêje biryara ku nexweşê bibin Amedê.  
 
Doktor F.A. di îfadeya ku da qerekolê de diyar kir ku  bi doktorê pispor yê jinan ê Nexweşxaneya Şirnexê re hevdîtin kiriye û tevî ku gotiye divê hun nexweşê bibînin jî doktorê Şirnexê qebûl nekiriye. 
 
Husnu Polat der barê mijarê de wiha got: Ne nexweşxaneya Şirnexê ya Sîlopiyê hevjîna min qebûl nekir.  Min got hevjîna min nikare bîhna xwe bigire. Min ambulans xwest lê doktor F. got ew pirsgirêka ambulansê dijîn. Gotin tu karî bi derfetên xwe bibî Amedê.  Hevjîn û zaroka min ji ber îhmalkariyê mirin.  Ez der barê doktor Firat beb, nexweşxaneya Şirnex û Sîlopiyê de gilî dikim.”