Pervîn Buldan:Aktorê sereke yê çarereseriya demokratîk Birêz Abdullah Ocalan e

  • 09:12 28 Gulan 2018
  • Ramyarî
STENBOL - Hevseroka HDP’ê Pervîn Buldan derbarê ‘Deklerasyona Çareseriya Demokratîk a Pirsgirêka Kurd’ a HDP’ê de nirxandin kir  û diyar kir ku madeya rojeva herî girîng a Tirkiyeyê aştî ye û wiha got: “Aktorê sereke yê çareseriya pirsgirêka Kurd Abdullah Ocalan e. Muxatabê sereke ye. Divê demildest gûh bidin Birêz Ocalan. Ji bo xebatên Birêz Ocalan carek din derkeve holê divê demildest pê re hevdîtin bê kirin.”
 
HDP’ê di civîna li Amedê pêk anî de ‘Deklerasyona Çareseriya Demokratîk a Pirsgirêka Kurd’ aşkera kir. Di deklerasyonê de şikandina tecrîdê, destûra bingehîn a demokratîk, komara demokratîk, Komîsyona Rûhevhatin û Heqîqetê, Mafê Perwerdeya bi zimanê dayikê, nasandina Kurdistanê, rakirina pergala cerdevaniyê, rakirina OHAL, tahliyekirina girtiyan derket pêş û her wiha bal kişandin ser muxatabên çareseriya pirsgirêka Kurd.
 
Pervîn Buldan derbarê mijarê de axivî û got yek ji pirsgirêka herî mezin û lezgîn a Tirkiyeyê pirsgirêka Kurd e û di 2013’an de piştî polîtîkayên aştiyê ketine dewrê şûnde hatiye dîtin ku li Tirkiyeyê her cureyê krîz û kaosê tê çareserkirin. Pervînê got deklerasyonê jî bi baweriya ku polîtîkayên aştiyê her cureyê pirsgirêkê çareser dike hatiye nivîsîn.
 
Madeya sereke ya aştiyê
 
Pervînê got aştî madeya herî sereke ya Tirkiyeyê ye û wiha dirêjî da axaftina xwe: “AKP di polîtîkayên şer de israr dike. Ji ber vê israrê aştî tê taloq kirin. Hem pisgirêkên li Tirkiyeyê û hem jî yên li Rojhilata Navîn, nîşan dide ku mijar çawa tê taloqkirin. Ev polîtîkayên AKP’ê neçareseriyê derdixe pêş.”
 
‘Divê navên Kurdî bên radestkirin’
 
Pervînê bal kişand ser pêşniyariyên çareseriya pisgirêka Kurd a di deklerasyonê de cih digire û ev tişt bi lêv kir: “Di serî de mijara zimanê dayikê  divê bê çareserkirin.  Zimanê Kurdan û gelên din bi salane tê înkarkirin. Divê mafê perwerdeyê ji bo mîlyonan Kurdî bê dayîn. Qeyûm divê navê Kurdî yên guhertine radest bikin.”
 
Pervînê destnîşan kir ku divê mafên zimanê dayikê bi qanûnan bikeve bin ewlehiyê, mafên çandî û nasnameyê jî divê bikeve bin ewlehiyê. 
 
‘Gelê Kurd wê di mijara AKP’ê de biryarê bide’
 
Pervînê wiha berdewam kir: “Gelê Kurd bi salane têkoşîna ziman û nasnameyê dide. Bedelên mezin dide. Êrîşên AKP’ê yên li hemberî mafên hatine bidestxistin ji aliyê gel ve carek din hatiye redkirin. Gelê Kurd di vê nokteyê de ket dema biryardayînê. Di vê mijarê de yekitiya Kurdan girîng e. Dema me dekerasyon aşkera kir me hemû herêmên Kurd li ber çavan girt.  Ji ber roj roja yekitiyê ye. Me di deklerasyonê de got ‘werin em bên cem hev’. Êrîşên li dijî destkeftiyên Kurdan dikare wisa bê çewisandin. Bersiva herî mezin jî bila 24’ê Hezîranê de be.
 
‘Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan aktorê sereke ye’
 
Pervînê di dawiya axaftina xwe de got nêrînên xwe yên derbarê tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan dîsa di deklerasyonê de aşkera kirine û got Abdullah Ocalan di mijara çareseriya demokratîk a pisgirêka Kurd de aktorê sereke ye. Pervînê diyar kir ku ji bo tecrîda li ser Abdullah Ocalan bê şikandin wê têkoşîna wan berdewam bike.