Ayşe Acar Başaran:Ji bo em pêvajoya zilmê biqedînin…

  • 09:30 10 Hezîran 2018
  • Ramyarî
ÊLIH-Parlamentera HDP’ê ya Êlihê Ayşe Acar Başaran ku ji nû ve ji HDP’ê bû namzet wiha got: “Ji bo em bêjin ‘me demek zilmê bi hev re qedand’ ez bang li hemû jinan dikim ku dengên xwe bidin HDP’ê û xwedî li dengên xwe derkevin.
 
Ayşe Acar başaran ku ji nû ve ji HDP'ê bû namzeda parlamenterıyê da zanîn ku divê ji sedî 50’yê meclîsê jin bin û wiha got: “Me bi awayekî zelal dît ku li cihê jin hene nêrîn û usluba mêr çawa diguhere. Di pêvajoyek wisa de di bin sîwana HDP’ê de meşandina xebatan rumetek mezin e. Me wek jinên TJA’ê  li dijî qetilkirina jinan, girtina jinan têkoşîn da. Jinan têkoşîn bi bedelên giran mezin kirin. Me mîrateya dîroka têkoşîna jinan girtiye. Me pergala hevserokatiyê anî.”
 
‘Li Meclîsê wê dîsa dengê jinê hebe’
 
Ayşeyê di berdewamiya axaftina xwe de destnîşan kir ku wan encamên mezin yên hebûna jinan a di meclîsê de dîtine û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Me wek jinan di mijara kuştinên jinan, newekhevî, îstîsmaran bi pêşnûmepirsan têkoşîna xwe kir yek. Bi HDP’ê re wê dîsa dengê jînan li Meclisê be.”
 
Qeyûm riyan ji zêr jî çêke…
 
Ayşeyê destnîşan kir ku gelê Êlihê mal bi mal digere û hev îkna dike û gelê Êlihê li dijî qeyûm bi berteke û wiha got: “Gel dibêje ‘riyên me ji zêr jî çêbikin, wê nebin piştevanên dijminê ziman û hebûna wan.” Ayşeyê balkişand ser rakirina sindoqan jî û got ew ji bo hilbijêran bibin ser sindoqan wê her tiştî bikin, ger hewce bike wê bidin ser milê xwe û bibin.
 
Ayşeyê di dawiyê de wiha got: “Em jin dikarin pergalek nû ava bikin. Bikaranîna dengan têr nake. Divê em xwedî li sindoqan derkevin. Hilbijêr ji bo bibin dildarên sindoqan dikarin serî li rêxistinên HDP'ê çapemeniya civakî bidin.”