Li dijî hewldanên ji bo sererastkirina Yasaya Rewşa Kesî li Bexdayê meş

  • 15:06 11 Cotmeh 2024
  • Rojane
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Li Bexdayê, li dijî hewldanên ji bo sererastkirina Yasaya Rewşa Kesî meşek hate lidarxistin. Meşvanan dan zanîn ku sererastkirina yasayê, li ser mafê jinan metirsiyê çêdike.
 
Nerazîbûnên dijî hewldanên ji bo sererastkirina Yasaya Rewşa Kesî ya li parlamentoya Iraqê dewam dikin. Di vê çarçoveyê de li kolana Mutenebî ya li Bexdayê, dijî hewldanên sererastkirina yasayê meşek girseyî hate lidarxistin.
 
Meşvanan pêşniyara yasayê şermezar û red kirin. Di meşê de hate gotin ku ger ev yasa were sererastkirin, wê metirsî li ser mafê jinan çêbibe û di nava civakê de bibe sedema aloziyê. Meşvanan bang parlamentoya Iraqê kirin ku yasayê ne pejirîne.
 
Hêjayî gotinêye ku di 4’ê Tebaxê (2024) de li Parlamentoya Iraqê rûniştina yekemîn û di 12'yê Îlonê de jî runiştina duyemîn ji bo sererastkirina Yasaya Rewşa Kesî ya hejmar 188 ya sala 1959’ê hate kirin. Li gor dîtinên pisporan eger ev yasa were sererastkirin wê mezhebgerî kûrtir bibe, mafê jin û zarokan wê hîn zêdetir were binpêkirin. Her wisa wê bi vê sererastkirinê di dema cudabûna jin û mêr de wê mafê dayiktiyê û mîras jî ji jinê were standin. Bi sererastkirina vê yasayê wê rê ji zewaca zaroka keç ya 9 salî û zarokê kur yê 15 salî, zewaca ji derveyî dadgehê re bê dayîn.