Hejmara nû ya Kovara Jinê derket

  • 10:05 13 Cotmeh 2024
  • Rojane
 
 
STENBOL - Hejmara 85’an a Kovara Jinê bi manşeta “Têkoşîna zindîhiştina demara jinê: Başûr” derçû. 
 
Hejmara 85’an a Kovara Jinê bi manşeta “Têkoşîna zindîhiştina demara jinê: Başûr” derçû. Di hejmara nû de zehmetiyên jinan ên li Herêma Federe ya Kurdistanê dijîn û têkoşîna wan hate vegotin. 
 
Nivîsên di hejmara nû de ev in:
 
* Hilbijartinên li Başûr dê ji bo jinan bibe derbek an di rêya azadiyê de bibe qonaxek? / Feyrûz Îsmaîl
 
* Li Herêma Federe ya Kurdistanê cihê jinê / Rojbîn Ekîn 
 
* Em bi ziman û rêhevaltiya jinê xwe birêxistin dikin / Cemîle Turhalli 
 
* Li Kurdistanê di bin siya şer de têkoşîna li dijî tundiya ser jinê / Adalet Kaya
 
* Divê elewî ji çi re bibêjin na / Yuksel Mutlu