'Yên bi Kurdan re li hev dikin wê kêm zirarê bibînin'

  • 09:05 14 Cotmeh 2024
  • Rojane
 
 
Melek Avci
 
ENQERE—Berdevka Têkiliyên Derve ya DEM Partiyê Ebru Gunay da zanîn ku Kurd li Rojhilata Navîn kirdeya polîtîkin û got: “Pozîsyona Kurdan xwedî hêza ku pêşeroja Rojhilata Navîn diyar bike ye. Yên bi Kurdan re li hev bikin wê kêm zirarê ji şer bibînin.”
 
Li aliyekî şerê Fîlîstîn-Israîl, li aliyê din jî aloziya di navbera Israîl-Îran û li aliyê din jî şerê Rusya-Ukraynayê. Rojhilata Navîn ketiye xeleka agir. Tirkiye jî ji bo potansiyela hêzê di destê xwe de bigire li riyên nû digire. Hêzên hegemonîk jî ji bo Rojhilata Navîn ji nû ve dîzayn bikin qirkirinê pêk tînin û şer dimeşînin. 
 
Berdevka Têkiliyên Derve ya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Ebru Gunay der barê şerê li Rojhilata Navîn de ji JINNEWS’ê re axivî.
 
*Şerê Israîl-Fîlîstînê gihişt Lubnanê, piştre Îranê li hember Israîlê êrîş da destpêkirin. Rojhilata Navîn bûye xeleka ji agir. Hûn sêyemîn şerê cîhanê çawa dinirxînin?
 
Şerê Israîl û Fîlîstînê ne nû ye. Li Rojhilata Navîn bi Sykes-Pîcot dîzayna nû hat destpêkirin. Kurd li çar parçeyan hatin parvekirin. Sykpes Pîcot ku ji avabûna Israîlê re zemîn ava kir, hîmê krîza îro ava dike. Şerê Israîl- Fîlîstînê bi salane didome. Di 7’ê cotmeha 2023’an de Hamasê êrîşê Israîlê kir. Piştî vê hikûmeta Netenyahu dagirkirin gihand astek nû. Ji Rohilatê Akdenîzê heta Behra Hazarê, û heta xeta Ummayê şerê hegemonya îdeolojîk tê meşandin. 
 
‘3’emîn şerê cîhanê ji nû ve dest pê kiriye’
 
Ji aliyê Netenyahu ve dagirkirina Gazeyê, plana dagirkirina Beyrudê, heta suîkastên li axa Îranê nîşan dide ku şerê Filîstîn Israîlê ev rewş bezandiye. Netenyahu meha borî li New Yorkê di Lijneya Giştî ya NY’ê de nexşerê nîşan da. Ev nîşaneya vê bû. Netenyahu ewlehiya Hîndîstan-Rohilata Navîn- Korîdora Ewropayê (IMEC) îdia kir û tê dîtin ku Netenyahu di girankirina şer de bi biryare. Di çapemenî û siyasetê de nîqaşên sêyemîn şerê cîhanê bi gotinên populîst tên domandin Birêz Ocalan 15 sal berê got sêyemîn şerê cîhanê dest pê kiriye. Dema ev got Bihara Ereban, şerê navxweyî yê Sûriyeyê, dagirkirina Ukraynayê, darbeyên leşkerî yên li Komarên Afrîkaya navîn dest pê kiribûn. Hamasê dagirkirin pêk dianîn.”
 
*Aliyê sêyemîn şerê cînahê kî ne, tespîtkirina van pêkan e gelo?
 
Ji vegotina aliyan wêdetir, civak neçarî aliyekî tên kirin. Bêguman em dikarin li ser aliyên şer bisekinin. Ez dîsa balê bikşînim ser nexşerêya Netenyahu. Di wê nexşêrê de du alî hene. Di  serî de li hemû  gelan vê nexeşêrê ferz dikin. Li aliyê din jî ev wêneyên propaganada şer e. peyama ‘ya hûn di riya min ava kiriye de wê bimeşin yan jî hunê li dijî vî şerî bin û tune bibin’ dide. Ya divê bê axaftin li gorî min ev mijare. Civak di şerê hegemonya îdeolojîk de gelo neçare ji van her du rêbazan yekî hilbijêre? An jî divê alternatîfên xwe ava bikin û li dijî rejîman xeta têkoşînê ava bike?
 
*Li aliyekî şerên didomin û aliyê din jî Rojava û Kurd di rojevê ne û cihê xwe îspat kirine. Ev wê di dîzayna nû ya cihê Kurdan de bandorek çawa bike?
 
Berxwedana Kurdên li Sûriyeyê ya di asta parastina cewherî ya  li dijî DAIŞ’ê belkî jî jiyana bi mîlyonan kesî xilas kir. Di serî de pêkhateyên koalîasyona li dijî DAIŞ’ê, hemû aktorên Kurdên Sûriyeyê êdî wek kirdeyek polîtîk divê muxatab bên girtin. 
 
*Di vê rewşê de encamên herêmî wê bandorek çawa li krîza herêmê û Fîlîstîn û Israîlê bikin?
 
Kurdên Sûriyeyê ne tenê ji bo xwe ji bo hemû mirovahiyê şer kirin û bedel dan. Lê dijî vê bedeldayînê, welatên rojava li dijî êrîşên ku bi destê çeteyên cîhadê yên rejîma qesrê pêk hatin, bêdeng ma. Ya Fîlîstînê tenê Israîla wê heye. Lê li her çar parçeyanyên Kurdan herî kêm 4 Israîlê wan hene. Li dijî van êrîşan Kurdan li her çar alî bi îradeya xwe têkoşîna xwe dan û ji bo aştiyê têkoşîn meşandin. Ji bo çareseriyê Kurd her carê vê tînin ziman û dibêjin ew ji bo çareseriyê amade ne. Em bawer dikin ku ev hewldanên aştiyê wê ji bo herêmê  erênî bin.
 
*Hûn hewldana AKP’ê ya salên dawî ku hewl dide li Rojhilata Navîn hêzê ava bike çawa dinrixînin?
 
 Tirkiye di 10 salên daweî de li dijî pevçûna li Rojhilata Navîn û krîzên giran dibin polîtîkayên şer berfireh kir. Hûn dibînin şerekî mezin tê. Lê bi awayekî herî paşverû xwe ji bo vî şerî  amade dikin. Destkeftiyên Kurdan tên beralîkirin. Heta ku teza ‘hêzbûnê’ li Rojhilata Navîn ji aliyê dewletan ve bê meşandin wê ev agirê li Rojhilata Navîn her kesî bigire nava xwe. AKP jî 15 sal e li Iraq, Sûriye, Lîbya, Azerbeycaranê mudaxaleyên leşkerî dike û hewl dide bibe hêz.  Îro Kurd li Rojhiala Navîn xwedî hêza ku bibin pêşeroja Rojhilata Navîn in. Bi kurtasî ez bêjim yên bi Kurdan re li hev bikin wê kêm zirarê ji vî şerî bibînin. Ev tespîtek raste. Ji pisgirêka Kurd tenê Kurd zirarê nabînin. Her kes  dibîne.
 
*Komploya 9’ê cotmehê jî wek destpêka vî şerî tê dîtin.  Serokwezîrê berê yê Îtalyayê di rojên borî de ev şerê parvekirina hêzên hegemonîk yê li Rojhilata Navîn carek din anî rojevê. Hûn ji bo vê çi dibêjin?
 
Armanca komployê û planên wê hebûn. Bi derxistina Abdullah Ocalan a ji sûriyeyê hedefa hêzên navneteweyî hebû. Di vê planê de Kurd ji bo wan rola girîng bûn. Lê ya dixwestin ne Kurdên xwedî îrade bûn.  Civakek li gorî xwe dixwestin. Lê wisa nebû. Fikr û paradîgmaya Abdullah Ocalan li her derê zîndî bû.  Armanca şer bêguman ne tenê şerê li Sûriyeyê bû. Dixwestin herêmê bikin qada şer. Lê Kurd êdî ne Kurdên berê bûn. 
 
*Herî dawî dixwazim behsa deklerasyona kampanya "em di jiyana azad û wekhev de bi sirar in, em li dijî şer in" hat kirin bikim. Ev deklerasyon wê di polîtîka derve de nexşerêyek çawa be?
 
Meclisa me ya jinan di 30’ê îlonê de kampanya deklere kir. Ev kampanya li idjî polîtîkayên şer e. Em li dijî pisgirêkan dibêjin gotinên jin, ciwan, rêxistinên civaka sivîl û rewşenbînran divê hîn zêdetir bên dîtin. Divê em riyên tekoşînê nîqaş bikin. wek me di dekleraysonê de jî got  em ê hewl bidin sala 2025’an bikin sala aştiyê. Em ê di her platformê de torên aştiyê rêxistin bikin.