Li Bokanê 10 meh cezayê girtîgehê li jinek Kurd hate birîn

  • 11:37 16 Cotmeh 2024
  • Rojane
 
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Ajansa Nûçeyan a Çalakvanên Mafên Mirovan a Îranê (HERANA) ragihand ku li Bokanê li jinek Kurd 10 meh cezayê girtîgehê hatiye birîn.
 
Li gorî nûçeyek Ajansa Nûçeyan a Çalakvanên Mafên Mirovan a Îranê (HERANA) li jina Kurd ya bi navê Zehra Sacdînya (38) ya dayika 3 zarokan a xelkê bajarê Bokanê, ji aliyê şaxa 101 ya Dadgeha Keferî ya Bokanê ve, 10 meh cezayê girtîgehê lê hatiye birîn.
 
Çavkaniyê ragihand ku cezayê girtîgehê bi hêceta ‘Propagandaya dijî dewletê’ li Zehra hatiye birîn.
 
Hêjayî gotinê ye di meha Gulana îsal de, piştî Zehra ji aliyê Îtalata bajarê Bokanê ve hate bangkirin, hatibû binçavkirin û şandibûn Urmiyeyê. Lê piştî dawî li lêpirsîna wî hatibû, bi kefalet hatibû berdan.