Xwendekaran ji bo Rojîn Kabaîş daxuyanî dan

  • 14:02 16 Cotmeh 2024
  • Rojane
WAN - Xwendekarên YYÛ'yê der barê Rojîn Kabaîş a ku di nava şert û mercên gumanbar de mirî hat dîtin de daxuyanî dan û xwestin kujer bên aşkerakirin û gotin, "Em pêvajoyên lêgerînê ji Gulistan Doku dizanin."
 
Li Wanê di 27'ê Îlonê de Rojîn Kabaîş a 21 salî ya ku xwendekara pola yekem a Fakulteya Perwerdehiyê ya Zanîngeha Yuzuncu Yilê ya Wanê (YYÛ) Beşa Perwerdehiya Pêşdibistanê bû, winda bû. Cenazeyê Rojîn piştî 18 rojan ji aliyê gundiyan ve hat dîtin. Piştî ku Rojîn li peravê dibistanê winda bû û piştî çend rojan cenazeyê wê hat dîtin, xwendekarên YYÛ'yê li dibistanê daxuyanî dan çapemeniyê û meş li dar xistin. Di daxuyaniyê de dirûşmên "Jin, jiyan, azadî", "Rektor îstifa", "Em biyaniyan li kampusê naxwazin" hatin qîrîn û pankartên "Gulîstan li ku ye?", "Em ê ji bo her jineke ku hûn nerehet bikin hesab bipirsin" hatin hilgirtin. 
 
'Em pêvajoyên lêgerînê ji Gulistan Doku dizanin'
 
Di daxuyaniyê de bal hate kişandin ku KYK li ser jinan veguheriye mekanîzmayeke zextê û ewlehiya Rojîn nayê temînkirin. Di daxuyaniyê de hat gotin, "Em van xebatên lêgerînê ji Gulîstan Dokû ya ku 4 sal in nehat dîtin, ji Narîn a ku bi dehan roj in cenazeyê wê nehat dîtin û îro jî kujerên wê nehatine eşkerekirin, dizanin"
 
'Çi hat serê Rojîn Kabaiş?'
 
 
Di daxuyaniya ku ji bo dawî li polîtîkayên bêcezakirinê, vegerandina Peymana Stenbolê, bicihanîna qanûna hejmar 6284 û lêkolînên bi bandor hat dayin de pirsa "Çi hat serê Rojîn Kabaîş?" hat kirin. 
 
Meş hat lidarxistin 
 
Piştî daxuyaniyê xwendekar meşiyan. Li gel ku polîsan destûr nedan jî, xwendekaran bertek nîşanî vê rewşê dan û meşa xwe berdewam kirin. Li hemberî polîsên ku xwestin çapemenî wêneyan negirin xwendekaran dirûşma "Çapemeniya azad nayê bêdengkirin" berz kirin.