Li Stenbolê 2 jê zarok 17 kes hatin girtin

  • 20:48 28 Sibat 2025
  • Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Di çarçoveya lêpirsîna ku Serdozgeriya Komarê ya Stenbolê li dijî rêxistinên ciwanan da destpêkirin de 2 jê zarok 17 kes bi îdiaya "endamên rêxistinê ne" hatin girtin.
 
Di çarçoveya lêpirsîna ku ji aliyê Serdozgeriya Komarê ya Stenbolê ve tê meşandin de, di saetên sibê de polîsan bi ser gelek malan de girt. Endamên Meclisa Ciwanan a Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK), Meclisa Ciwanan a Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî), Meclisa Xwendekarên Azad a Stenbolê (ÎSOM), Federasyona Komeleyên Ciwanên Sosyalîst (SGDF) û Jinên Ciwan ên Azad (OGK) jî di nav de 18 kes hatin binçavkirin.
 
18 kesên ku bi îdiaya "endamên rêxistinê ne" hatin binçavkirin, piştî karên li emniyetê qediya sewqî Edliyeya Çaglayanê ya Stenbolê hatin kirin.
 
Serdozgeriyê 18 kes bi daxwaza girtinê sewqî Dadgeriya Cezayê Sulhê kir. Dadgeriyê bi îdiaya "endamên rêxistinê ne” 2 jê zarok 17 kes biryara girtinê da û kesek jî bi şertê kontrola edlî serbest hat berdan.Ciwanên ku biryara girtinê şermezar kirin bênavber dirûşmên "Zext nikare me bitirsîne" û "Bijî berxwedana zindanan" berz kirin.