Kongra Star: Divê rêxistinên navneteweyî li ber cezayê darvekirinê rabin

  • 14:12 26 Adar 2025
  • Rojane
    
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Kongra Star têkildarî biryara cezayê darvekirinê yê li dijî Pexşan Ezîzî û Werîşe Mûradî daxuyanî da û bang li rêxistinên navneteweyî kir ku li ber vî cezayî rabin.
 
Kongra Star a kantona Firatê têkildarî biryara cezayê darvekirinê yê li hember çalakvanên Kurd Pexşan Ezîzî û Werîşe Mûradî daxuyaniyek da. 
 
Daxuyanî li Qada Jina Azad a Kobanê ji aliyê endama Kongra Star Meysûn Kawar ve hate xwandin.
 
Di daxuyaniyê de hate gotin: "Beriya çend rojan Dadgeha Bilind a Îranî biryarek da; biryara darvekirinê ya li hember her du çalakvanên Kurd Pexşan Ezîzî û Werîşe Mûradî, bi sûcdariya serhildana çekdarî li dijî dewletê û girêdana bi komên dijber ve. Her du çalakvanên Kurd rastî êşkenceya fîzîkî û derûnî hatin. Her wiha serdanên malbatên wan jî qedexe kirin û destûr nedan ku ji wan re parêzerek bê girtin da ku wan biparêze. 
 
Wekî ku tê zanîn hevrê Pexşan wek çalakvaneke civakî li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê kar dikir û piştgiriya keçikên ku ji DAÎŞ’ê dihatin rizgarkirin, dikir. Werîşe jî wek çalakvanekê di berxwedana Kobanê de cihê xwe girtibû, li hember terora DAÎŞ’ê berxwedaneke bêhempa dikir."
 
Kongra Star di daxuyaniya xwe de cezayê darvekirinê şermezar kir û bang li hemû rêxistinên navneteweyî, rêxistinên mafên mirovan û civata navneteweyî kir ku destwerdanê bikin û cezayê darvekirinê betal bikin.