'Wê ev yekitî bi serkeftinê tacîdar bibe'

  • 09:04 29 Nîsan 2025
  • Rojane
Mîdye Miqted
 
HELEB - Jinên tevli “Konferansa Yekitiya Kurdistan û Helwesta Hevpar” bûn diyar kirin ku cara yekem e ku ev yekrêzî derdikeve holê, ev yek jî encama xebat, rêxistinbûyin û tekoşîna jinên Kurd e û gotin:"Çawa ku bi têkoşîn û berxwedana jinên Kurd li Rojava şoreş hat lidarxistin îro dîsa bi ked û destkeftiyên jinan wê ev yekitî bi serkeftinê tacîdar bibe." 
 
Li bajarê Qamişloyê Rojavayê Kurdistanê di 26’ê Nîsanê de bi dirûşma “Konferansa Yekitiya Kurdistan û Helwesta Hevpar” konferansek hate lidarxistin. Konferans bi pesendkirina "Belgeya Helwesta Hevbeş" bi dawî bû ku tê de gotarên çareseriyeke siyasî ya berfireh ji pirsgirêka Kurd re, di Sûriyeyeke yekbûyî ya neteweyî de.
 
Di belgenameyê de ku bi yekdengî hate pejirandin hat tekezkirin ku Sûriye welatekî pirneteweyî, pirçandî û bi pirbawerî ye û divê destûr mafên hemû pêkhateyan ji Ereb, Kurd, Aşûrî û gelên din misoger bike. Di belgeyê de her wiha hat xwestin ku modela rêveberiya nenavendî ya ku li ser esasê edalet, wekhevî,  rêzgirtina ji mafên mirovan re hatiye destnîşankirin bê pejirandin.
 
Jinên tevli konferansê bûn nêrînên xwe anîn ziman. 
 
'Ev yekitî ji bo me itifaqek stratejîk e'
 
Endama Komîteya Têkiliyên Tifaq û Dîplomasiya Kongra Star a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Rûken Ehmed têkildarî konferansê wiha got:"Di qonaxa ku îro em tê re derbas dibin de ev konferans ji bo me dîrokî ye. Çimkî îro yekitiya gelên li Sûriyeyê û gelê Kurd bi giştî tê îlankirin her wiha ev yekitî ji bo me itifaqek stratejîk e. Ji bo ku em weke sedsalên berê bê maf û ne azad nejîn her wiha di bin sîstema netew dewletê de neyên fetisandin divê em ji tecrubeyên xwe sûdê werbigrin."
 
'Ev yekitî bingeha demokratikbûna Sûriyeyê ye' 
 
Rûken Ehmed da zanîn ev yekitî bingeha demokratikbûna Sûriyeyê ye û wiha dewam kir:"Bi saya şoreşa 19'Tîrmehê şoreşa Rojava em îro bûn xwedî destkeftî û me karîbû bi van destkeftiyên xwe nêrîna yekrêziya Kurdî bida û bixistina nava piratikbûnê. Îro ev yekitî dibe bingeha ji nû de bihêzkirina Sûriyeyê ya di hemî waran de. Her wiha misogerkirina demokratikbûna Sûriyeyê û li tenişta wê pêşî li perçebûna Sûriyeyê digre. Weke temamkerê vê tifaq û yekitiyê em ê di demên pêş de berê xwe bidin paytexta Şamê da ku em nêrîn û hewletên xwe bînin ziman û van nêrîn û helwestên xwe bikin cihê têkoşînek hevpar. Ji bo Sûriyeyê di heman demê de wê bibe hêvî. Ji bo tevahî pêkhateyên di nava Sûriyeyê de ku bi salan e di aloziyê de dijîn bibe rêya çareseriyê. Di heman demê de wê ev yek bi çûyina şandeya Rojava ya ber bi Şamê ve pêk were."
 
'Ji bo mafên kurdan nîqaş hatin kirin'
 
Di heman demê de Hevseroka Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) Remziya Mihemed jî têkildarî konferansê nêrîna xwe bi ajansa me re parve kir û wiha got:"Bi beşdarbûna me ya konferansa yekrêzî û yekhelwesta Kurdî ya li Rojavayê Kurdistanê gelekî girîng bû. Di konferansê de nîqaş li ser belgeya ku ji aliyê komîteya amedekariya konfiransê ve hatin amedekirin hat pêşxistin. Ev nîqaş jî ji bo parastina mafê gelê Kurd a di warê hiquqî, siyasî civakî û hwd. bû. Her wiha li ser çûyina şandeyek ji Rojavayê Kurdistanê ya ber bi paytexta Şamê ve ya ji bo parastina mafê gelê Kurd a di nava Sûriya yê de bû."
 
'Wê ev yekitî bi serkeftinê tacîdar bibe'
 
Remziya Mihemed di axaftina xwe de behsa girîngiya konferansê kir û wiha got:"Îro gava herî girîng ku hat avêtin ew bû ku siyasetmedar ji perçeyên din ên Kurdistanê karîbûn tevlî vê konfiransê bibin. Her wiha ev cara yekem e ku ev yekrêzî derdikeve holê, ev yek jî encama xebat, rêxistinbûyin û tekoşîna jinên Kurd e. Çawa ku bi têkoşîn û berxwedana jinên Kurd li Rojava şoreş hat lidarxistin îro dîsa bi ked û destkeftiyên jinan wê ev yekitî bi serkeftinê tacîdar bibe."