28 salên ji bo aştiyê: Têkoşîna Sultan Bozkurt

  • 09:04 27 Gulan 2025
  • Rojane
Elfazi Toral
 
STENBOL - Dayika Aştiyê Sultan Bozkurt, ku 28 sal in têkoşîneke bêhnfireh dimeşîne û têkoşîna xwe ya ji bo aştiyê bi gotinên "Ez ji destpêkê ve ji têkoşînê hez dikim" vegot wiha dewam kir, "Min jiyana xwe ji bo aştî, azadî, edalet û demokrasiyê derbas kir."
 
Sultan Bozkurt li gundê Gurs ê navçeya Qosera Mêrdînê di malbateke welatparêz de ji dayik bû û dema ku ew 18 salî bû bi kesekî ku malbata wê nas dikir re hate zewicandin. Zilm, tundûtûjî û newekheviya ku wê di zarokatiya xwe de dîtiye, bû sedem ku ew di temenê xwe yê biçûk de hişmendiya jinan nas bike. Sultan Bozkurt, ku heta 18 saliya xwe nasnameyek li ser navê xwe jî tunebû, piştî zewaca xwe cara yekem nasname wergirt. Li dijî polîtîkayên dewletê yên zilm, tundûtûjî, asîmîlasyon û komkujiyê rawestintandin dibe beşek ji jiyana wê. Sultan Bozkurt bi têkoşîna xwe ya li dijî zilmê û parastina jiyan, aştî û berxwedanê dibe dengê gelekî û serhildana jinê.
 
Sultan Bozkurt pêşî di Partiya Demokrasiya Gel (HADEP) de dest bi xebatê kir, ku di 11'ê Gulana 1994'an de hate damezrandin. Her ku Sultan Bozkurt neheqiya li Kurdan û gelên bindest tê kirin dibîne, evîna wê ya ji bo têkoşîn û berxwedanê roj bi roj mezin dibe. Sultan Bozkurt, paşê bi salan di Komeleya Alîkarî û Hevgirtinê ya Malbatên Girtî û Mehkûmên Marmarayê (MATUHAY-DER) de xebitî da ku dengê girtiyan bigihîne civakê. Sultan Bozkurt bi salan e hem di mijarên jinan de û hem jî di têkoşîna aştî û demokrasiyê de cih digire. Paşê, ew tevlî Înîsiyatîfa Dayikên Aştiyê bû, ku di sala 1999'an de hatibû damezrandin û xebata xwe domand. Sultan Bozkurt, ku 28 sal in têkoşîneke bêhnfireh dide, bi gotina "Ez kesek im ku ji têkoşîna ku didim hez dikim" soza xwe ya ku ew ê di tevahiya jiyana xwe de têkoşînê bidomîne nû dike.
 
Em bi Dayika Aştiyê Sultan Bozkurt re li ser têkoşîna aştiyê ya ku ew 28 sal in dimeşîne, axivîn.
 
'Evîn bawerî ye, evîn dibistan e, evîn dewlemendî ye, evîn her tişt e'
 
Sultan Bozkurt, tekez kir ku tenê daxwaza wê ew bû ku sê zarokên xwe bişîne dibistanê û karekî bibîne û got, "Bawerî û daxwaza me ya herî mezin ew bû ku em zarokên xwe bişînin dibistanê. Ji ber ku me nexwest ku ew mîna me bindest bibin. Lê mixabin, carinan tiştê ku em dixwazin pêk nayê. Me dixwest sê zarokên xwe, Newroz, Serhat û Ciran, bişînin dibistanê. Keça min a mezin Newroz e. Xaniyekî me ya yek odeyî hebû. Hemû mêvan û malbat bi hev re di wê odeyê de diman. Dema ku pirsgirêkên rojane dihatin nîqaşkirin, me bi zarokên xwe re nîqaş dikirin. Keça min Newroz di dibistana seretayî de tevlî têkoşînê bû. Keça min di dibistanê de pir jîr û serkeftî bû. Min her gav ji keça xwe re ev digot; heke tu bixwazî, tu dikarî bixwînî û bibî parêzer an bijîşk, gelê xwe derman bikî û mafên gelê xwe biparêzî. Min digot ku tu dikarî têkoşîna xwe bi vî rengî bidomînî. Lê evîna Newrozê ji bo têkoşînê ji dibistanê serdesttir bû. Evîn bawerî ye, evîn dibistan e, evîn dewlemendî ye, evîn her tişt e. Bi gotineke din, heke hûn ji tiştekî hez bikin û baweriya xwe pê bînin, ew evîn e. Tiştê ku Newrozê kir evîn bû û ew ket hundirê wê. Keça min dema ku 14 salî bû hate girtin. Ew li Qoserê di pola yekem a lîseyê de bû. Me ji bo wê otobusek dibistanê kirê kiribû, ew bi otobusê diçû û dihat. Ew sibehê diçû û êvarê vedigeriya malê. Lê ew her sibeh û her êvarê ji kontrola nasnameyê derbas dibû. Li gundê me qereqolek hebû û ew di bin zexta leşkeran de bû. Dema ku wê pola yekem a lîseyê qedand, piştî wergirtina rapora xwe dev ji dibistanê berda û li Çinarê hate girtin. Dema ku ew hate girtin 14 salî bû. Hîn jî wêneya wê li ser nasnameya wê tunebû. Dema ku ew di 14 saliya xwe de hate girtin, me 28 rojan jê tiştek nebihîst.” 
 
'Ez ê têkoşîna dayikên aştiyê bidomînim'
 
Sultan Bozkurt, axaftina xwe wiha domand: "Keça min Newroz 20 mehan di girtîgehê de ma. Meral Daniş Beştaş parêzera wê bû. Keça min beraet kir lê dîsa hat girtin. Ji sala 1999'an vir ve di girtîgehê de ye û cezayê muebbet lê hat birîn. Piştî 3,5 salan serbest hat berdan.  Me demek dirêj dizanibû ku pirsgirêka Kurd heye. Me bi PKK'ê re çêtir fêm kir. Em ji gund koç kirin û em çûn Îzmîrê. Dema ku em çûn Îzmîrê, keça min serbest hat berdan û ew dîsa ket nav têkoşînê. Lê em her tim di bin çavdêriya polîsan de bûn. Vê carê, me Newrozê anî Stenbolê. Em ji sala 1996'an vir ve li Stenbolê ne. Em li Bagcilarê dijiyan. Min gelek kar kirin, ji ber ku hevjînê min nexebitî û zarok diçûn dibistanê, neçar mam. Rojekê ez çûm navçeya HADEP'ê. Min bi rastî dixwest biçim, sempatî ji bo wê çêbûbû. Lê gava çûm navçeyê, min tiştek nizanibû. Min dixwest biçim ji ber ku ew partiya me ye. Ez berê qet di tu partiyeke siyasî de nexebitîbûm, wekî min got, ev evîn e, evîn mirovan dikişîne. Paşê ez beşdarî çalakiyên HADEP'ê bûm. Piştî ku keça min hate girtin, Newrozê got ku divê diya min tevlî TUHAY-DER'ê bibe. Dayikên Aştiyê di sala 1999'an de hatin damezrandin. Dema ku ez çûm ku Newrozê bibînim, wê ji min re got ku tu bibî endama Dayikên Aştiyê. Piştî navbereke 4 salan, ez bûm endama Dayikên Aştiyê. Ji wê rojê ve, ez 28 sal in di têkoşînê de me. Ez bi salan e Dayika Aştiyê me. Ez ê heta mirinê xebat û têkoşîna Dayikên Aştiyê bidomînim.” 
 
'Ger jin tune be, têkoşîn jî tune ye'
 
Sultan Bozkurt, diyar kir ku ew 50 caran hatine binçavkirin lê qet poşman nebûne û got, "Me, Dayikan, biryar da ku her Çarşemê li ber wê derê rûnin. Me li ber girtîgehên Gebze û Bakirkoyê grevên birçîbûnê kirin. Me got ku ger zarokên me di girtîgehê de di greva birçîbûnê de bin, em ê jî bikevin grevê û em li pişt têkoşîna wan in. Heta îro, tevgera Kurd mafên Kurdan, jinên Kurd û jinên cîhanê bi tevahiya cîhanê daye nasîn. Jinên Kurd xwe îspat kirine û di nav partiyê de çalakî kirine. Rêber Ocalan jî ev di jinan de dît. Ji ber ku cîhan bêyî jinan nikare bixebite. Ger jin tune bin, têkoşîn tune. Ji ber vê yekê Rêber Apo ev dît û rê nîşanî jinan da. Wî got, xwe nas bike, mêrê di hundurê xwe de bikuje û xwe wekî jinekê li her derê bide nasîn. Jinên Kurd ev kirin û em ji bo hemî jinên cîhanê bûn mînak. Ji bo vê yekê, em wekî jin û dayikan serê xwe bilind digirin. Me perçeyek ji jiyana xwe da vê têkoşînê. Em 27 sal in li ber girtîgehan in. Em poşman nabin. Em serê xwe bilind digirin. Lê em naxwazin ku tu dayik êşa ku me heta niha kişandiye bikişîne. Divê ciwanên me biçin dibistanê, bi rehetî û azad bijîn û xwe îfade bikin."
 
Evîna wê ya ji bo têkoşînê 
 
Sultan Bozkurt, ku banga "Aştî û Civaka Demokratîk" a Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a di 27'ê Sibatê de bi bîr xist, axaftina xwe wiha bi dawî kir: "Em nikarin tiştê ku em ji bo zarokê xwe naxwazin ji bo zarokê kesekî din bixwazin. Roj hat ku em ji bo leşkeran jî giriyan. Ji ber ku em dayik in, em naxwazin ciwan bimirin. Di cîhanê û di dîroka Kurdan de gelek xwîn rijiyaye. Şer derdikeve û xwîn tê rijandin. Em dixwazin pêşî li vê yekê bigirin. Ez 28 sal in li vir dixebitim û ez qet poşman nebûme. Ez dixwazim spasiya xwe ji partiya xwe re vebêjim. Me ev kir ji ber ku em ji vê têkoşînê hez dikin. Em ji destpêkê ve ji têkoşînê hez dikin. Em banga xwe ji her kesî re dikin. Divê em banga ku ji hêla Rêber ve hatiye kirin hembêz bikin. Dem dema aştiyê ye û divê dengek were bihîstin. Wekî dayikan, em amade ne ku her tiştê ku dikeve ser me bikin. Em soz didin em ê dev ji têkoşîna xwe bernedin. Ger zarokên me nebin, cîhana me vala ye. Em bi wan re hene, em bi têkoşîna xwe re hene. Em dixwazin têkoşîna me bi azadî û aştiyê bi dawî bibe. Em ji partiya xwe û Rêberê xwe bawer dikin. Wan heta niha şaşî nekiriye, ew ê ji niha û pê ve rast bimeşin. Baweriya me heye. Em ê heta dawiyê têkoşînê bidomînin.”