Li navendên Peyasê xizmeta ji bo berastengan dewam e

  • 09:46 27 Gulan 2025
  • Rojane
 
AMED - Şaredariya Peyasê ji bo kesên berasteng bi awayekî wekhev bigihîjin hemû mafên xwe yên bingehîn û di nav civakê de bi awayekî çalak tevkariyê bikin, xebatên xizmet, piştgirî û piştevaniyê didomîne. 
 
Bi dirûşma “Jiyaneke nû ji bo berastengan pêkan e”, Gerînendeya Xizmetên Berasteng û Kal û Pîran projeyên cihêreng ji bo baştirkirina kalîteya jiyana kesên berasteng bi cih tîne. Li du navendan bi perwerdehiyên taybet û bernameyên pratîkî, tevkariyeke mezin ji bo pêşketina bedenî û derûnî ya berastengan dike.
 
Bi baldariyeke taybet, perwerdehiya taybet
 
Di vê çarçoveyê de, navenda piştgiriya otîzmê ya girêdayî Gerînendetiyê, ji bo xwendekarên xwe perwerdeya taybet, dîtbarî, lîstik û terapiya pîşeyî pêşkêş dike. Navend bi baldarî li ser pêdiviyên takekesî yên xwendekarên otîstîk disekine û piştgiriyeke berfireh di warê perwerde û tenduristiyê de dide. Bi perwerdeyê re pêşxistina lezbûniyê, qabilîyeta hevsengiyê, xurtkirina masûlkan, koordîneya çav û laş, bi perwerdeya werzîşê re tê dayîn. Pê re, ji bo zêdekirina şarezayî û têgihiştinê xêzkirinê, hînkirina tîp û hejmaran, naskirina rengan, alav û amûran bi rêya kartên hafizeyî ku bi xebat û perwerdehiya boyaxkirinê re tê dayîn.
 
Xebatên li Navenda Mûsa Anter
 
Her wiha, Navenda Jiyana Berastengan a Mûsa Anter ji xwendekaran re derfetên perwerdeya taybet, werzîş, muzîk û wênesaziyê peyda dike. Xizmetên navendê ne tenê bi van çalakiyan sînordar dimîne; tedawiya derûnî, dersên hunerên dîtbarî, pêşxistina ziman û ragihandinê, tevlêbûna jiyana rojane û civakî, ravekirina hestyarî û zanyarî tê dayîn. 
 
Di bin çavdêriya psîkologên pispor de ne
 
Li van navendan, kesên berasteng têne teşwîqkirin ku bi hêsanî beşdarî jiyana civakî bibin û hemû derfetên pêwîst ji bo pêşkeftina wan têne peydakirin. Li her du navendan bi tevahî 150 xwendekarên berasteng bi awayekî çalak perwerdehiyê dibînin. Pê re her hefte ji aliyê psîkologên pispor ve xwendekar têne lênihêrîn da ku di warê ruhî û derûnî de pêşketinekê bi dest bixin. Gerînendeya Xizmetên Astengdar û Kal û Pîran diyar kir ku armanca wan ji bo kesên berasteng xurtkirina entegrasyona civakî û dabînkirina jiyaneke bi kalîte ye.