
Konferansa Parlamenterên Jinên Kurd sibehê dest pê dike
- 12:31 27 Gulan 2025
- Rojane
AMED - Konferansa Parlamenterên Jinên Kurd, ku dê 2 rojan li Amed bidome, dê di roja yekem de bi parvekirina ezmûnan dest pê bike û di roja duyem de bi komxebatan bi dawî bibe.
Bi pêşengiya Tevgera Jinên Azad (TJA), Konferansa Parlamenterên Jinên Kurd dê di 28-29'ê Gulanê de li Çand Amedê were lidarxistin. Parlamenterên jin ên Kurd ji çar parçeyên Kurdistanê, Rojhilata Navîn û gelek deverên Ewropayê dê beşdarî konferansê bibin. Wê ezmûnên têkoşîna jinan û destkeftiyên di encamê de hatine bidestxistin dê werin parvekirin.
Naveroka bernameya konferansa du rojan hate eşkerekirin.
Naveroka konferansê wiha ye:
*Di roja yekem de
*Axaftina vekirinê dê ji hêla Hevberdevka Înîsiyatîfa Yekîtiya Demokratîk Gulcan Kaçmaz Sayyiğit ve di saet 10:00 û 10:30 de were kirin.
*Sinevizyon
*Nameya Leyla Guven dê bê xwendin
*Wê di rûniştina 1, 2 û 3'yan de tecrube werin parvekirin
*Nameya Semra Guzel dê were xwendin
Roja yekem dê saet 18:00'an bi dawî bibe.
Roja 2'yem
*Komxebat
*Sakîne Cansiz û Komxebata Zoomê: Pirsgirêkên rêxistinî û pêşniyarên çareseriyê yên parlamenterên jin di pêşxistina siyaseta demokratîk de li dijî siyaseta serdest a mêran.
*Leyla Qasim: Rola parlamenterên jin a di yekîtîya neteweyî û polîtîkayên çareseriyê de.
*Hevrîn Xelef: Têkoşîna hevbeş a li dijî tundî û cudakariya li ser jinan.
*Mîna Qazî: Beşdariyên temsîliyeta siyasî ya jinan a di aştiya civakî û demokratîkkirina siyasetê de.
*Parvekirina encam û pêşniyarên komxebatê.
*Xwendina daxuyaniya dawî.
*Girtin û girtina wêneyan a komî."