
Li Rihayê tundiya mêr û mirina biguman
- 18:28 25 Hezîran 2025
- Rojane
RIHA - Li Bêresûkê jina bi navê Sedef Ateş ji cihekî bilind bi guman ket û jiyana xwe ji dest da. Li Wêranşarê jî Yaprak Turk ji aliyê Omer Kîlîmcî ve hat qetilkirin.
Li navçeya Bêresûk a Rihayê li taxa Meydan jina bi navê Sedef Ateş (50) biguman ji cihekî bilind ket Û jiyana xwe ji dest da. Hat îdiakirin ku Sedef Ateş dema paqijî dikir ketiye.
Jinek hat qetilkirin
Lİ Wêranşarê jî jina bin navê Yapratk Turk ya 20 salî ji aliyê Omer Kîlîmcî (24) ve bi çekê hat qetilkirin. Gumanbar bi ser malê de girt û qetil kir. Gumanbar Omer Kîlîmcî, dayika Yaprak Turk, Şehka Turk (47) û birayê wê Mehmet Emîn (17) û Gulseren Turk(18) jî birîndar kir.
Birîndar rakirin nexweşxaneya dewletê ya Wêranşarê û dermankirina wan didome. Gumanbar li taxa Huriyetê jî întîxar kir. Cenazeya Gumanbar Omer Kîlîmcî rakirina morga tipa edlî.