Ji bo jinên hatin qetilkirin meşiya: Em dest ji têkoşînê bernadin

  • 19:46 25 Hezîran 2025
  • Rojane
AMED - Li dijî qetilkirinên jinan yên her diçin zêde dibin meş pêk hat û piştî meşê di daxuyaniya ku hat dayîn de balkişandin ser Gulîzar Yildiz ya ji aliyê gumanbar Remzî Kayaalp ve hatiye qetilkirin û hat diyakirin ku wê li dijî êrîşên li ser jinan têkoşînê bidomînin.
 
Platforma Jinan a Dîcle Amed (DAKAP) û Tora Têkoşîna Li dijî Tundiyê bi dirûşmeya ‘Em li dijî cînayetên jinan di serhildanê de ne’ meş pêk anîn. Meş ji ber Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê heta Qada Sêx Seîd berdewam kir. Gelek saziyên jinan û jin tevli meşê bûn. Bê navber dirûşmeyên ‘ jin jiyan azadî’, ‘Em li dijî tundiyê bêdeng namînin’ hatin berzkirin.
Seroka Komeleya Jinan a Rosa Suzan Îşbîlen axaftinek kurt kir û da zanîn ku sedema qetilkirina Gulîzar Yildiz, ji ber bêtehemuliya zîhniyeta serdest ya mêr pêk hatiye. Suzan Îşbîlen daxuyakirin ku wê li dijî hemû êrîşan têkoşîna xwe bidomînin.
 
Piştre Arzu Koç axivî û diyar kir ku li Tirkiyeyê qetilkirina jinan her diçe zêde dibe û wiha got: “Her roj jinek tê qetilkirin. Gulîzar Yildiz ya 29 salî li Sîlopiya Şirnexê hat qetilkirin. Ji aliyê gumanbar ve bi darbeyên kêrê  ji jiyana wê hat kirin. Ev çanda zîhniyeta serdest ya mêr, ji bo me jinan êşek mezine. Bûyerê tundiyê ji nedîtîve tên. Gumanbar nayên cezakirin. Ji ber vê jî cesaretê digirin. Li ber çavan ji canê me can diçe.”
 
‘Heta piştevanî û têkoşîn hebe wê hêvî tune nebe’
 
Arzu Koç di berdewamiyê de anî ziman ku qetilkirinên jinan polîtîkin û wiha vegot: “Gulîzar Yildiz 29 salî bû. Garsonî dikir û jiyana xwe didomand. Kedkareke ku li girtîgehan bedel dabû. Mirina wê ne tenê windahiya canekê bû, heman demê de darbeyek li têkoşîna azadiya jinan bû. Lê em jin dizanin ku heta ku têkoşîn û piştevaniya jinan hebe wê hêvî tu car tune nebe. Heta ku gûh nedin jinan wê windahî jî bidomin. Wê ev êş bidomin. Em dizanin ku jiyan pêkane. Em jin bi felsefeya jin jiyan azadî bawer dikin.”
 
Daxuyanî bi dirûşmeyên ‘jin jiyan azadî’ bidawî bû.