‘Gîrtîyên siyasî ji derveyî pakêtê hatine girtin’

  • 09:03 2 Tîrmeh 2025
  • Rojane
 
MERSÎN-Mehtap Sert diyar kir ku di 10’emîn pakêta darazê de der barê girtiyên siyasî de yek gotinek nehatiye gotin û got: “Ji roja sozên der barê pêvajoyê de hatine dayîn heta niha tahliyekirina 312 girtiyên karekî hêsan bû. Lê ev nehat kirin. Girtiyên siyasî ji derveyê vê qanûnê hatine girtin.”
 
Binpêkirinên mafan ên li girtîgehan didomin. Bi raporên ATK’ê mafê dermankirina girtiyên nexweş tê astengkirin, tahliyeya wan tê astengkirin. Endama Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) Mehtap Sert, binpêkirinên mafan yên girtî dijîn û pakêta darazê ya ji meclîsê derbas bûye nirxand.
 
Mehtap Sert da zanîn ku li herêma Çukurovayê bi giştî 46 girtiyên nexweş hene û got: “11 ji van giranin. Piştî 2016’an girtîgehên tîpa çal hatin avakirin. Ji van girtîgehan agahî girtin zehmet e. Girtî li girtîgehên ji malbatên xwe dur in dimînin. 11 girtiyên nexweş hene. Em van ji agahiyên tên tespît dikin. Dibe ku girtiyên hîn nexweş jî hebin lê ji ber em nikarin xwe bigihînin van girtîgehan ev nayên tespîtkirin.”
 
Lêgerîna dev û dermankirina bi kelepçe bi destê cendermeyan tê kirin
 
Mehtap Sert ev tişt bi lêv kir: “Girtiyên nexweş ewil dibin revîran. Bijîşkê wir bixwaze dişînin nexweşxaneyê. Li nexweşxaneyên lêgerîna dev û dermankirina bi kelepçe ferz dikin. Dermankirina bi kelepçe carnan ji aliyê cendermeyan carna ji aliyê bijîşk ve tê xwestin. Mafê nexweşan li ber çavan nayê girtin.”
 
‘Têrdîtina revîrê tercîhek polîtîk e’
 
Mehtap Sert destnîşan kir ku carnan ATK teşîsên rast nakin û wiha vegot: “Raporê ‘dikarin girtî bimînin’ didin. Li girtîgehên ku dibêjin revîr hene, du an jî sê odeyan dikin revîr. Tenê bijîşkek heye. Bijîşkekî wek hekîmê malbatê heye. Qada pispor tune ye. Girtiyên bi pençeşêrê hene. Teşhîs nayên danîn. Van rewşan bi êşbirê derbas dikin. hemşîre jî tune ne. Gardiyan dibin alîkar. Revîr qelsin. Ji bo nexweşan têr nakin. Lê ji bo girtiyên nexweşên giran jî ev têr tê dîtin. Ev tercîhek polîtîk e.”
 
‘Raporên li gorî nexweşan nayên dayîn’
 
Mehtap Sert daxuyakirin ku li girtîgehên Tîpa R girtî piştî demekê tên dermankirin, ji bo şertên dermankirina nû,rewşa girtiyan li ber çavan nayê girtin û wiha domand: “Girtî ji ber tenê tên girtin nikarin xwe biparêzin. Rapor tên amadekirin û dibêjin ‘dikarin bişînin girtîgehên din’ an jî ‘dermankirinê red dikin’. Tevî ku daxwazek wisa ya girtiyan tune ye raporên wisa amade dikin. Mînaka herî balkêş jî Aysel Tugluk bû. Rewşa wê li holê bû. Lê ATK’ê berovajî rapor dida. Der barê binpêkirin û girtiyên nexweş de divê dozger biryaran bidin.”
 
‘Tahliyekirina girtiyan nîşaneya samimiyetê ye’
 
Mehtap Sert balkişand ser pakêta darazê ya hatiye derbaskirin û got: “Pakêta darazê ya hatiye derxistin  li gorî sozên hatine dayîn nehatiye amadekirin. Di hemû xebatên der barê pêvajoya çareseriyê de divê aktor samîmî tevbigerin.  Pêvajo yek alî nabe. Divê aktorên pêvajoyê berpirsyariya xwe bînin cih. Tahliyekirina girtiyên nexweş ji bo me nîşaneya samimiyetê ye. li girtîgehan  hezar û 412 girtiyên nexweş hene. Ji van 312 jî jê yên giranin. Divê ev girtî li nexweşnayên mezin bên dermankirin. Bi biryarên lijneyên xwarina diyetê didin girtiyên nexweşên diyabetê. Ev pêvajo divê teqez bên guhertin.”