
Dayika du girtiyan: Bila girtiyan serbest berdin
- 09:03 26 Tebax 2025
- Rojane
Elfazî Toral
STENBOL - Dayika du zarokên wê girtî ne Turkan Ildiz, diyar kir ku du zarokên wê 10 sal in di girtîgehê de ne û li herduyan jî cezayê muebetê hatiye birîn. Turkan Ildiz got,"Em ji dewletê gavên berbiçav hêvî dikin. Divê girtiyên me berdin."
Gelek girtîgeh li seranserê Tirkiyeyê ji ber binpêkirinên cûrbecûr ên mafan di rojevê de ne. Her çend bi hezaran girtiyên siyasî di girtîgehan de dimînin jî girtiyên ku bi dehan salan ceza li wan hatiye birîn jî hene. Di nav kesên ku di girtîgehên tijî girtiyên siyasî de ne du birayên hev Ali Haydar Ildiz û ÎbrahÎm Halil Ildiz hene. Ali Haydar Ildiz li Girtîgeha Tîpa S ya Bodrumê girtî ye, lê Îbrahim Halil IldIz li Girtîgeha Tîpa F ya Hejmar 1 a Tekîrdagê girtî ye. Ji herdu birayan, Ali Haydar Ildiz, ku 10 sal in di girtîgehê de ye, cezayê muebbet wergirtiye, lê Îbrahîm Halil Ildiz du caran cezayê muebbeta girankirî wergirtiye. Turkan Ildiz, ku du zarokên wê di girtîgehê de ne, got ku divê dewlet di çarçoveya pêvajoyê de gavên berbiçav bavêje û xwest ku hemû girtiyên din serbest bên berdan.
'Bila dewlet gavê biavêje'
Dayik Turkan Ildiz, zarokên xwe bi bîr anî û got, "Ez dayika du zarokên dîlgirtî me: Alî Haydar û Îbrahîm Halîl . Yek ji kurên min cezayê muebetê yê girankirî wergirt, yê din jî du caran cezayê muebetê yê girankirî wergirt." Türkan Ildiz daxwaza xwe ya ji bo aştiyeke bi rûmet anî ziman û got, "Em aştiyeke bi rûmet dixwazin. Divê zarokên me ji van girtîgehan werin berdan. Em naxwazin zilm li zarokên me were kirin. Ew behsa wekheviyê dikin, lê em vê nabînin. Aliyek gav avêtiye û çekên xwe şewitandine. Ev pir girîng e. Gaveke girîng û mezin e, lê me hîn ji dewletê tu gavên berbiçav nedîtine. Em niha li benda dewletê ne ku gavên berbiçav bavêje. Em naxwazin ku tu dayik bigirîn. Ger ew aştiyek bi rûmet û bidawîbûna şer dixwazin, divê girtiyên me serbest berdin."
"Divê girtiyên me bên berdan."
Türkan Ildiz, ku daxwaza berdana girtiyan kir, got, "Heta ku girtiyên me neyên berdan, em ê baweriya xwe bi tu pêvajoyek aştiyê neynin." Türkan Ildoz, ku diyar kir rêya aştiyê divê pêşî ji girtîgehan derbas bibe, got, "Divê girtiyên me bên berdan da ku em bikaribin bawer bikin. Kurekî min ê din jî heye, Mehmet Zekî. Ew jî salek li Girtîgeha Silivriyê ma. Piştî berdana wî, polîsan her tim gef lê dixwarin û dişopandin. Piştî şeş salan, 25 sal ceza lê hat birîn û Zekî winda bû. Ez nizanim Zekî sax e an na. Dewletê tu derfet nedayê û ew nikaribû li tu derê bixebite. Zilm li girtîgehan heye. Kes nikare bibêje ku zilm tune ye. Alî Haydar heft mehan li Girtîgeha Bodrumê di hucreya yekkesî de ma. Tenêtî, hêrs û hovîtiya ku ji hucreya yekkesî dihat, bû sedem ku bi penceşêrê keve."
'Bila zarokên min berdin'
Türkan Ildiz, ku diyar kir ku ew ne tenê girtiyan, lê xizmên wan jî îşkence kirine, parve kir ku ew hem di dema serdanan û hem jî di dema telefonê de rastî şîdeta psîkolojîk hatine. Turkan Ildiz wiha got"Ew hemû girtiyên me îşkence dikin. Carinan, dema ku em diçûn serdanan, tenê 30 deqe dem didan me. Em 15-20 saetan rêwîtiyê dikirin, lê ew tenê 30 deqe didan me. Min û kurê min dixwestin wêneyek bigirin û em li ser maseyê rûniştin, lê gotin têkilî tune ye û nehiştin. Ger ev îşkence nebe, çi ye? Ew girtiyên me dibin cihên dûrî me. Ew hem girtiyan û hem jî xizmên wan îşkence dikin. Kurê min ê din, Îbrahîm, li Girtîgeha Tekîrdagê bû. Carekê wan pênc meh cezayê hucreyê lê birî. Ew di vê heyamê de hîn jî di hucreyê de ye. Zilm û îşkence berdewam dike. Dema ku em diçin dîtina girtiyên xwe yên ku cezayên giran ên heta hetayê li wan hatine birîn, ew me 30 deqîqeyan li bendê dihêlin û dû re me dijînin hundir. Ceza dijwar in, lê têgihîştina wan sînordar e. Piştî ku cezayên dijwar didin wan, ew bi rastî wan dikujin. Çima ew qas îşkenceyê li me dikin? Dema ku ez diçim dîtina wan, di wê bendewariyê de jiyana min diqede. Baweriya min bi gelê min heye, lê ne bi dewletê. Bila aştiyek bi rûmet pêk bê. Bila zarokên min berdin; êdî bes e, jiyana zarokên me di zindanê de qediya. Her du zarokên min nexweş in. Ez dixwazim ku zarokên hemû dayikan bên berdan."