Ji bo rojnamevan Bêrîvan Kutlu ceza hat xwestin
- 11:07 16 Tîrmeh 2026
- Rojane
AMED - Dozgeriyê di danişîna doza rojnamevan Bêrîvan Kutlu ya ku ji ber xebatên xwe yên rojnamevaniyê bi îdiaya “propagandaya rêxistinê” tê darizandin, mutalea pêşkêş kir û ceza xwest.
Danişîna 4’yemîn a doza nûçegihana Ajansa Mezopotamyayê (MA) Bêrîvan Kutlu ku ji ber tevlibûna bernameyên televîzyonan ên piştî erdheja 6’ê Sibatê ya navenda wê Mereş û parvekirinên li ser hesabê X’ê bi îdiaya “propagandaya rêxistinê” tê darizandin, li 4’emîn Dadgeha Cezayên Giran a Amedê hat ldiarxistin. Bêrîvan Kutlu tev li danişînê nebû lê parêzerê wê Resûl Tamur amade bû.
Dozgeriyê mutalea pêşkêş kir û xwest ku Bêrîvan Kutlu bi îdiaya “propagandaya rêxistinê” bê cezakirin. Parêzer Resul Tamur, li dijî mutaleayê daxwaza demê kir. Dadgehê daxwaz qebûl kir û danişîna din taloqî 1’ê Kanûnê kir.







