Li Herêma Kurdistanê di mehekê de 3 jin hatin qetilkirin
- 15:02 1 Mijdar 2026
- Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Li Başûrê Kurdistanê tundûtûjiya li ser jinan bi her awayî berdewam dike. Tenê di meha borî de (Cotmeh) 3 jin hatin qetilkirin. Bi vî rengî di nava 10 mehên borî yên îsal de, 58 jin hatine qetilkirin an jî bi şêwazeke guman jiyana xwe ji dest dane.
Ajansa me Rojnewsê, daneyên qetilkirin û mirinên bi guman ên jinan a di meha Cotmeha îsal de li Başûrê Kurdistanê amade kiriye. Li gorî daneyan, di meha borî de sê bûyerên bi vî rengî qewimîne:
*15’ê Cotmehê: Li komelgeha Domîz a navçeya Sêmêlê ya ser bi parêzgeha Dihokê, di nav otomobîlekê de kujerekî 28 salî bi çeka demanceyê xwişka xwe ya 20 salî qetil kir.
*20’ê Cotmehê: Li bajarê Silêmaniyê jina bi navê Kîjan Burhan (30 salî) ji aliyê bavê xwe ve bi sê fîşekan hate qetilkirin.
*29’ê Cotmehê: Li gundê Şêx Turab a ser bi parêzgeha Hewlêrê, cenazeyê jinek mirî hate dîtin.
Li gorî daneyên ku ji aliyê ajansa me Rojnewsê ve hatî komkirin; di nav 10 mehên borî yên îsal de li Başûrê Kurdistanê 58 jin bûne qurbanî ku ji wan 29 jin rasterast hatine qetilkirin û 29 jin jî bi awayek bi guman jiyana xwe ji dest dane.







