Li Rezan û Erxenî xebatên 25’ê Mijdarê

  • 21:55 17 Mijdar 2026
  • Rojane
AMED - Di çarçoveya 25’ê Mijdarê de li Rezan ji bo xwendekarên jin atolyeya parastina cewherî pêk hat û li Erxeniyê jî broşurên ku mekanîzmayên serlêdana li dijî tundiyê vedigotin hatin belavkirin.
 
Di çarçoveya 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna li Dijî Tundiya li Ser Jinan a Navneteweyî ji aliyê şaredariya Rezan a Amedê ve atolyeya parastina cewherî pêk hat. Atolyeya li Pirtûkxaneya Gel a Ferzad Kemanger pêk hat de gelek jin tevli bûn.
 
Erxeni
 
Li Erxeniyê jî bi pêşengiya jinan li taxa Fevzî Çakmak xebat hat meşandin. Hevşaredara Erxeniyê Bîrsen Azak Bayar, rêxistinên DEM Partî û DBP’ê yên navçeyê tevli xebata belavkirina broşuran bûn.