Li Îzmîrê banga 25’ê Mijdarê
- 21:56 17 Mijdar 2026
- Rojane
ÎZMÎR - Platforma Jinan a Îzmîrê bi dirûşmeya ‘li dijî tundiyê em ewlehiya hev in’ banga hevdîtina di 25’ê Mijdarê de saet di 18.30’an de li Deriyê Fuar Lozanê pêk tê li jinan kir.
Platforma Jinan a Îzmîrê di çarçoveya 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna li Dijî Tundiya li Ser Jinan a Navneteweyî bi sernavê ‘em li dijî tundiyê ewlehiya hev in’ daxuyanî da. Di daxuyaniyê de hat diyarkiri ku jin divê li her derê li dijî tundiyê têkoşîna xwe mezin bikin.
Di daxuyaniyê de bang li hemû jinan hat kirin ku jin ji bo maf, ked, azadî, wekheviyê 25’ê Mijdarê li Deriyê Fuar Lozanê saet di 18.00’an de bên cem hev.







