Ji Akdenîzê bang kirin: Dev ji bêhiqûqiyê berdin
- 13:37 29 Çile 2025
- Rojane
MÊRSÎN - Nobeta ku li ber Şaredariya Akdenîzê didome. Di daxuyaniya ku îro hat dayîn de li dijî tayînkirina qeyûman banga pêkanîna edaletê hat kirin.
Çalakiya nobetê ya li dijî tayînkirina qeyûm a li Şaredariya Akdenîza Mêrsînê ligel dorpêça polîsan li ber avahiya şaredariyê berdewam kir. Di çalakiyê de pankarta "Li Rojava êrişê gel tê kirin û em êrişan şermezar dikin" û "Tayînkirina qeyûm tê wateya xespkirina vîna gel" hat vekirin. Her wiha di nobetê de dirûşma "Dê bi berxwedanê bi ser kevin", "Ji şer re na aştî hema niha", "Gelê Rojava ne bi tenê ye" û "Bijî berxwedana Rojava" hat berzkirin.
Di çalakiyê de ewilî hevserokê DEM Partî ya Akdenîzê Nizar Esen, axivî û bal kişand ser tayînkirina qeyûm a li Şaredariya Sêrtê û got: "Hûn nikarin vîna Gelê Kurd tune bihesibînin. Dev jî xespkirina vîna gel berdin. Em ê berxwedana xwe bidomînin."
Hevseroka MEYADER'ê ya Mêrsînê Gulseren Gonca, da zanîn ku di êrişên li hemberî Bakur û Rojhilatê Sûrî de hunermend û rojnameger hatin qetilkirin û wiha axivî: "Qetlîam li dijî mirovahiyê sûc e. Em qetlîaman şermezar dikin. Bi înkar û şer nikarin ji bo gelê Sûriyeyê çareseriyê pêk bînin. Çareserî bi diyalogê pêk tê. Li Rojava modela jiyana demokratîk tê hedef girtin. Bêdengiya li hemberî Rojava tê wateya amadekirina derftên şer e. Ji ber wê em bang li her kesî dikin ku xeta têkoşîn û berxwedanê mezin bikin û xwedî li modela jiyana azad derkevin."
Hevseroka DEM Partiyê ya Mêrsînê Bedriye Kuş jî di axaftina xwe de bal kişand ser girti, binçavkirin, zext û zilma ku tê kirin û wiha nêrînên xwe anî ziman: "Em tayînkirina qeyûm a li Şaredariya Sêrtê şermezar dikin. Em ê li hemberî xespkirina vînê berxwedana xwe bidomînin. Rojnameger tên binçavkirin û girtin. Îktîdar divê dev ji wan polîtîkayan berde. Çapemeniya Azad heta niha bêdeng nema û serî netewand."
Serokê Partiya TÎP'ê yê Mêrsînê Ahmet Paket, destnîşan kir ku vîna gel tune hat hesibandin û wiha bi lêv kir: "Em xwe di ewlehiyê de hîs nakin. Lê belê me ji bo jiyaneke bi rûmet sozek daye."
Daxuyanî piştî çalakiya rûniştinê bi dawî bû.