Li Wanê qeza: 6 kesî jiyana xwe ji dest da

  • 18:32 22 Nîsan 2025
  • Rojane
WAN - Li navçeya Payîzava ya Wanê mînîbusa rêwiyan û kamyonet li hev qelibîn û di encama qezayê de herî kêm 6 kesî jiyana xwe ji dest da û 8 kes jî birîndar bûn.
 
Li ser riya Payîzava-Elbaq a Wanê li nêzî mewkiya Gozeldere qeza pêk hat. Kamyonet û mînîbusa rêwiyan lihev qelibîn û 6 kesî jiyana xwe ji dest da, 8 kes jî birîndar bûn. Gelek ambulans sewqê herêmê hatinkirin û birîndar  jî rakirin nexweşxaneyan.