
Rojnameger Îzel Sezer: Çapemeniya Kurd di hedefê de ye
- 09:02 10 Sibat 2025
- Rojane
STENBOL - Rojnameger Îzel Sezer der barê zext û êrîşên di demên dawî de li ser kedkarên çapemeniyê zêde bûne nirxandin kir û da zanîn ku bi taybet çapemeniya Kurd di hedefê de ye û wiha got: “Divê em bi hevpîşeyên xwe re bên gel hev û xwedî li hev derkevin.”
Zextên desthilatdariyê yên li ser çapemeniya azad didomin. Endama Lijneya Rêveberiya Kar a Çapemeniyê ya DÎSK’ê rojnameger Îzel Sezer der barê mijarê de nirxandin kir.
Îzel Sezer da zanîn ku operasyonên binçavkirin û girtinê yên li hember rojnamegeran darbeyeke li çapemeniyê ye û wiha got: “Ev zext polîtîkaya têkbirinê ya desthilatdariyê ye. Di encama zext û tundiyê de gelek rojnameger hatin binçavkirin û girtin. Çend roj berê 7 hevalên me yên rojnameger hatin tahliyekirin. Piştî pêvajoya dijhiqûqî ya 40 rojan şûnde hatin berdan. Hevalên me yên li Şîşhaneyê xwestin du hevalên xwe yên hatibûn qaetilkirin bi bî rbînin hatin girtin. Desthilatdarî dixwaze çapemeniya ku rastiyan dide bihîstin bêdeng bike.”
‘Çapemeniya Kurd di hedefê de ye’
Îzel Sezer her wiha daxuyakirin ku desthilatdarî bi zextan dixwaze pêşî li mafê girtina nûçeyan a gel bê girtin û wiha dirêjî dayê: “Rojnameger ji ber mafê girtina nûçeyan diparêzin tên girtin. Li cîhanê hemû desthilatdarî bixwazin ji gel tiştekî veşêrin wê demê zextê li çapemeniyê dikin. Em li vir jî heman mînakê dibînin. Ne tenê li ser çapemeniya Kurd li ser gelê Kurd zext heye. Bêguman jî bi taybet li çapemeniya Kurd zext hene û di hedefê de ye.”
‘Berpirsyariya mezin dikeve ser gel’
Îzel Sezer daxuyakirin ku ew wek rojnameger hewl didin ku gel xwe bigihînin nûçeyan û wiha dirêjî dayê: “Ji bo gel xwe bigihîne agahiyên rast em têdikoşin. Divê gel xwedî li mafê girtina nûçeyan derkeve. Em vê dixwazin. Belê rojnameger ji bo nûçeyan bidin hewl didin, ji bo vê tundî û zextan dibînin. Ji ber vê jî divê gel xwedî li rojnamegeriyê û rojnamegeran derkeve. Ger xwedî lê dernekevin wê zext jî zêde bibin. Di vir de berpirsyariyek mezin dikeve ser milê gel.”
‘Em ê li dijî zextan têbikoşin’
Îzel Sezer daxuyakirin ku rojnameger bi zext, tundî û sansurê re tên rû hev û wiha domand: “Em bi gelek tiştî re tên rû hev. Ewlehî, saetên dirêj yên xebatê, heqdestên kêm ev hemû pirsgirêkên ku rojnameger dijîne. Em li dijî zextan bang li hemû hevpîşeyên xwe dikin. Divê em li dijî van hewldanan bên gel hev û bi hev re têbikoşin.”
‘Ji vir şûnde divê em ligel hev bin’
Îzel Sezer di dawiya axaftina xwe de ev bang kir: “Divê em hemû hevpîşeyên hev xwedî li hev derkevin. Divê em bên gel hev. Kurd, Tirk, Sunnî, Elewî ferq nake. Divê em xwedî lihev derkevin. Em li dijî dijhiqûqiyan têdikoşin. Ji bo vê xebatên me yên cuda hene. Em ê xebatên xwe bidomînin.”