
Gelê kurd li alî aştiyê ye: Divê Abdullah Ocalan azad bibe
- 09:02 12 Sibat 2025
- Rojane
AYDIN-Jinan der barê hevdîtinên navbera Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û heyeta Îmraliyê de derbas dibin nirxand û diyar kirin ku wê gelê Kurd aştiyê pêk bîne.
Hevdîtinên bi Îmraliyê re didomin û ji her çar alî cîhanê ji bo aştî û çareseriyê xebat didomin. Partiya Wekhevî û Demorkasiyê ya Gelan (DEM Partî) jî li gelek bajaran hevdîtinên ‘aştiya civakî û azadî’ pêk tîne û bi gel re tên gel hev. Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) jî ligelek bajaran panelan pêk tîne.
Li aliyê din jî ji bo azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalan xebat tên meşandin. Piştî hevdîtina heyeta Îmraliyê ya bi Abdullah Ocalan re, peyama ku ji 7 xalan pêk dihat ji raya giştî re hat ragîhandin û di peyamê di rojeva cîhanê de cih girt. Di rojên borî de bi tevlibûna gelek sendîkavan, siyasetmedar, akademîsyen, parêzvanên mafê mirovan name ji Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê (AKBK) re hat şandin. Di nameyê de azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalan û daxwaza hevdîtinên bi malbat û parêzeran re hat kirin.
Jinan der barê pêvajoyê de nêrînên xwe parvekirin û diyar kirin ku gelê Kurd her tim li alî aştiyê ye û bi hêvî ye.
Sed sal e aştî xeyala Kurdan e
Mukadder Palali da zanîn ku sed sale xeyala gelê Kurd aştiye û wiha vegot: “Wê gelê Kurd aştiyê tesîs bike. Ji ber ku pêvajoyê berê hatin astengkirin fikar û tirsên me hene. Lê em bi partiya xwe bawerin. Em ê pêvajoyê amade bikin. Daxwazên me hene. Divê em li dijî lîstikan hişyar bin. Ez 60 salî me. Me bedelên mezin dan. Aştî ji bo me ferze. Gelê Kurd bi sedsalane aştiyê dipên. Divê ev aştî bi destkeftiyên mezin encam bibe. Divê aştî ji bo pêşeroja zarokan bê avakirin.”
‘Em bên qetilkirin jî em dest ji aştiyê bernadin’
Rêvebera DEM Partiyê ya Koşkê Nurten Adibellî di axaftina xwe de diyar kir ku ji ber zextên lis er Kurdan û krîza aborî pêvajo hîn bêtir zehmete û wiha vegot: “Hinek fikar û tirs hene. Lİ aliyekî hêvî hene li aliyê din jî hevşaredarên me tên binçavkirin û qeyûm tên tayînkirin. Em aştiyê dixwazin. Lê yên hember me ne semîmîne. Em aştiyê dixwazin. Bila dyaik negirîn. Em Kurdin zimanê xwe dixwazin.”
'Divê Abdullah Ocalan bê berdan'
Rêvebera DEM Partiyê ya Aydinê Muceyla Arslan jî daxuyakirin ku divê der barê aştiyê de gav bê avêtin û wiha dawî lê anî: “Gel li alî aştiyê ye. Em li alî aştiyeke ku ziman û mafên Kurdan hatine dayînê ne. Em li alî aştiyê ne. Bi taybet em jin azadiyê dixwazin. Divê Abdullah ocalan bê berdan. Em zextan re rû bi rû ne. Qeyûm tên tayînirin. Em çarseriyê dixwazin.”