'Wê nikaribin şêniyên Efrînê tune bikin'

  • 09:03 12 Sibat 2025
  • Rojane
   
Mîdye Miqted
 
HELEB - Jinên li Helebê diyar kirin ku girtin, revandin, êriş û qirkirina şêniyên li Efrînê dewam dikin û gotin:"Gelek kes hîn çarenûsa wan ne diyar in. Divê bendek li hember kiryarên van çeteyan were danîn ku divê gelê Efrînê bi qirkirinê re rû bi rû nemîne."
 
Piştî ku Efrîn ket binê kontrola dewleta tirk û komên girêdayî wir şûnde qirkirin, kuştin, tundî û êrişên li ser şêniyan dewam dikin. Bertek û nerazîbûnên li dijî van êrişana jî dewam dikin. Li Helebê jî jin li dij vê yekê têkoşîna xwe dewam dikin. 
 
Jinên li Helebê têkildarî mijarê nirxandin kirin. 
 
Revandina welatiyan li Efrînê dewam dike
 
Endama Partiya Yekîtiya demokratik (PYD) Zeyneb Elî û wiha got:"Di 6'ê çileyê de bi ketina komên HTŞ'ê ya nava Efrînê propogandaya ku Efrîn ji çeteyan hatiye rizgarkirin hat belavkirin. Lê belê banga me ji bo tevahî gelê me yê Efrînê re heta ku Efrîn ji çeteyan neyê paqijkirin,
divê em venegerin Efrînê. Ji ber ku hîn li Efrînê gelek kes tên revandin û hîn çarenûsa gelek kesî jî ne diyar e."
 
'Divê bawerî bi çeteyan neyê'
 
Zeyneb Elî da zanîn bawerî bi çeteyan nayê û wiha got:"Li hember bûyera herî dawî ku li Efrîna dagirkirî qewimî û ketina komên HTŞ'ê ya nava Efrînê divê baweriya gelê Efrînê bi yek carî bi komên çeteyan nînbe ku wê aramiyê ji wan re bidin avakirin. Ji ber ku ev hemû hêzên di Efrînê de komên çeteyên ku ji aliyê dewleta Tirk ve destek tê dayin in. Loma divê baweriya gel bi hêza xwe hebe."
 
Di dawiya axaftina xwe de Zeyneb Elî got:"Hêviyên gelê Efrînê ew e ku vegerin welatê xwe û tê de bi rûmet jiyan bijîn lê belê eger garantiyek navneteweyî tune be wê welatî venegerin li ser axa welatê xwe."
 
'Divê gel bi qirkirinê rû bi rû nemîne'
 
Endama Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) Bêrîvan Tobal :"7 sal in ku dewleta Tirk a dagirker bajarê Efrînê dagir kiriye. Em vê dagirkeriyê red û şermezar dikin. Di nava 7 salan de gelek car şêniyên li Efrînê kuştin, revandin. Ev welatî bê sûc hatin girtin. Ev hîn dewam dike. 
 
Divê bendek li hember kiryarên van çeteyan were danîn ku divê gelê Efrînê bi qirkirinê re rû bi rû nemîne."
 
'Wê nikaribin şêniyên Efrînê tune bikin'
 
Di dawiya axaftina xwe de Bêrîvan Tobal got divê baweriya gelê Efrînê bi çeteyan nebin û wiha got:"Heya ku çeteyên dewleta Tirk di hundir bajarê Efrînê de ne divê gelê me bawer nekin. Wê dewleta Tirk bi çete û mîtên xwe nikaribe gelê Efrînê tune bikin."